Serok Barzanî pêşwaziya şanda Rikeberên Sûriye kir
Roja 02.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Desteya Danustandinkarê Rikeberên Sûriye kir ku ji Dr. Nesir Herîrî Serokê Deste û Endamên Desteya Danustandinkarê Rikeberên Sûriye pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî helwestên Serok Barzanî ya li palpiştîkirin û xemxwariya rewş û jiyan û guzeraniya xelkê Sûriye li şer û qeyranên kûr ya salên derbasbûyî kir û ji bilî wê tekez li ser pêgeh û bandora Serok Barzanî ya li çareserkirina kêşeyan kir. Daxwaz jî kirin ku li serxistina wan hewlên ku ji bo çareserkirina qeyrana Sûriye û paşaroja Kurd li Sûriyê li holê dane, Serok Barzanî jî rola xwe hebe.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê helwesta welatên zilhêz û pêşhatên siyasiyên dawî ya Sûriye û her wiha biryara paşvekêşiya hêzên Amerîka li wî welatî de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser hevkarî û hemahengiya hemû aliyek kirin ku giriftan li rêya siyasî û bi awayeke diyalog û hevdû têgihîştinê de bê çareser kirin. Her wiha ronahî jî xistin li ser rola aliyên siyasiyên Kurdên Sûriye ya ji bo çareserkirina kêşeyan û derbasbûna ji qeyranan.