Heşda Şeibî ji derdora Şingalê vedikişe

Li gora agahdariyên ji Şingalê tên, hemû hêzên Heşda Şeibî ji Şingalê vekişiyan.
Hêzên Heşda Şeibî bi hemû şax û liqên xwe ji derdora Şingalê vekişiyane û hêzên Iraqê cihê wan girtine. Heşda Şeibî hêzên xwe birine navçeyên Şîeyan.
Hêzên Heşda Şeibî li 15 navendên li navçeyên Um Cirês heta sînorê Sûriyê bicîh bibûn, lê ev çend roj in ku hemû ji wir vekişyane û li nava Şingalê hejmareke pir kêm mane.
Piştî hêzên Amerika li hinek deverên madeya 140ê cih bûn, hêzên Heşda Şeibî ji wan deveran vedikişin û dewsa wan de hêzên artêşa Iraqê cih dibe.
Amerika eşkere dide xûyakirin ku nabê hêzên ne yasayî li deverê hebin. Ji bo vêyekê mana hêzên din, wek çekdarên girêdayê PKKê li devera Şingalê jî dibe cihê gotubêje. Çekdarên PKKê li gel Heşda Şeibî li hevhatibûn û encama li vê havhatinê li devera Şingalê diman.
Niha rewşa wan ne diyar e, yan dê tevlî artêşa Iraqê bibin yan jî dê ji deverê dekevin.