Polîtîk

Serok Barzani pêşwaziya heyeta PAKê kir

Rêzdar Serok Mesud Barzani Pêşewazîya Heyeta PAKê KirRêzdar Serok Mesud Barzani roja 29.05.2018an li Serê Bilind pêşewazîya Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik û heyeta PAKê kir.Rêzdar Serok Mesud Barzani li gel endamê Mekteb Sîyasî ya PDKyê rêzdar Azad Berwarî,Berpirsê Eleqatên Derve rêzdar Ali Huseyîn, endamê Komîteya Navendî ya PDKyê rêzdar Sedat Barzanî, Şêwirmendê Serok Barzanî, rêzdar Hêmin Hewramî peşewazîya heyeta PAKê kirin.Heyeta PAKê ji  Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik,Cîhgirên Serokê Gişti rêzdaran Kasım Ergün, Feyyaz Ekmen, Mehmet Gül û Endamê KBN û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê rêzdar Orhan Kaya pêk hatibû.Di vê hevdîtinê de, Serokê Gişti yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, di derbarê xebat û sîyaset  û bîr û rayên PAKê de agahdarîyên berfireh da. Herweha di derbarê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û hevdîtinên li gel HDP û HUDAPARê de agahdarî da, bîr û rayên xwe anî ziman. Rêzdar Mustafa Özçelik, di derbarê rewşa bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê de jî bîr û rayên xwe anî ziman.Rêzdar Serok Mesud Barzani jî di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê,  Iraqê û encamên Hilbijartinên 12yê Gulanê de agahdarî da û bîr û rayên xwe anî ziman.Hevdîtina Rêzdar Serok Mesud Barzani û heyeta PAKê di atmosfereke germ de û gelek berhemdar derbas bû.29.05.2018Buroya Çapemenî û Ragehabdinê ya PAKê 

Back to top button