Brîtanya jî dixwza rol di pêkanîna hikûmeta nû de hebe

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 30.05.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Johan Wilkes Balyozê Brîtanyayê li Îraqê û ûandeya pê re kir.Pêşhatên dawiyê yên piştî hilbijartina parlamentoya Îraqê û lezkirin li rêkeftina aliyên îraqî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, yekdengiya aliyên kurdistanî û rola karîgera wan di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de û berdewamiya danûstandinên navebra Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêk û arîşeyan di civînê de hatin gotûbêj kirin.Encamên hilbijartinê û çewaniya karkirin ji bona nehêlana dilgiraniya li cem hindek aliyan li ser encamên hilbijartina çêbûye gotûbêj li ser hate kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku pêwîste hikûmeta nû ya Îraqê zêdetir kar ji bona vejandin û bihêzkiirna êkonoî û çareserkirina pirsgirêkên hevwelatiyan ku di berjewendiya tevya pêkhateyên gelê Îraqê de be, bike.Rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên gêrêdayî rojeva herêmî çend mijarên din yên civîna navbera Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê, bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: