Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Awusturyayê li Îraqê dike
Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê nû yê Awusturyayê li Îraqê Andrea Nasi kir.
Di wê hevdîtinê de, Balyozê Awusturyayê dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina Serok Barzanî diyar kir û behsa peywendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û Awusturyayê û pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan ji aliyên diplomatî û çandî û aborî ve kir.
Di pareka din a wê hevdîtinê de, Serok Barzanî destpêkirina karî li Balyozê nû yê Awusturyayê pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast, herwesa behsa peywendiyên dostane û dêrîn ên navbera gelê Kurdistanê û gelê Awusturyayê yên kevin û yên niha kir.
Herwesa Serok Barzanî pêşwaziya bizavên pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan li ser astê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bi gelê Awusturyayê re kir.
Rûdanên van dawiyan ên Îraqê û girjî û aloziyên deverê bi giştî tewerekê din ê vê hevdîtinê bûn.
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir
Balyozê Fransayê ku ji bo xatirxwestinê û bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî nîşan da û spasiya rola Serok Barzanî û piştevaniya wî berdewam di dema karkirina wî de weke Balyozê Fransayê li Iraqê kir.
Her di vê hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û bûyerên vê dawiyê hatin kirin û di derbarê rewşa giştî de nêrînên xwe nîşan dan.
Serok Barzanî spasiya rola berçav a Balyozê Fransayê kir ku karî peywendiyên baş li gel hemû aliyên Iraqî û Kurdistanî dirust bike û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.
Di derbarê rewşa Iraqê de jî, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hikûmeta federal a Iraqê ewlehiya Iraqê û serweriya yasa biparêze. Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û tedbîrên ji bo baştirkirina wan peywendiyan, mijareke din a hevdîtinê bû.