Franz Beckenbauer koça dawî kir

Franz Beckenbauer ê bi nasnameya “Împerator” yek ji lîstikvanên efsanewî yên Bayern Munchen û Tîma Neteweyî ya Almanyayê jiyana xwe ji dest da.
Lehengê fûtbolê yê Alman Franz Beckenbauer di 78 saliya xwe de koça dawî kir.
Di parvekirina ku li ser hesabên medyaya civakî yên Bundeslîgayê hat kirin de ev gotin hat bikaranîn: “Em xemgîn in ku, me efsaneyekî awarte yê futbolê yê dinyayê wenda kir. Di nav rihetiyê de bimîne Franz Beckenbauer.”
Beckenbauer bi nasnavê “Kaiser” (Împarator) ku di Bayern Munchenê û Tîma Neteweyî ya Almanyayê de gelek serkeftin bi dest xistin, di dema kariyera xwe ya futbolê de bi tîma Munchenê re her yek 4 lîg û Kupaya Almanyayê û 3 serketinên Lîga Şampiyonan bi dest xistin. Beckenbauer jî wek rahênerê Bayern Munchenê lîga û şampiyoniya Kupaya UEFAyê bi dest xist.
Beckenbauer di sala 1974 de wek lîstikvan û di 1990 de jî wek rahêner Kûpaya Cîhanê bi dest xist.