Polîtîk

Serok Barzanî pêşwazî li konsolosê Urdunê kir

Îro dûşemiyê 18.04.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Fayz El Xurî yekem konsolosê giştî yê Urdunê yê li herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de ku berpirsê fermangeha pêwendiyên derveyê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bû, serok Barzanî ji bo dest bi karbunê weke Konsolosê giştî yê welatê xwe li herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Fayz El Xurî yekem konsolosê iştî yê Urdunê yê li herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Konsolosê giştî yê Urdunê silavên şah Ebdullayê duyem şahê Urdunê bi serok Barzanî gihand û pêwendiyên di navbera Kurdistan û Urdunê bi dîrokî wesif kir û ragihand ku şah Ebdullayê duyem dixwaze Urdun pêwendiyeke xurt li gel herêma Kurdistanê da hebe ku xizmeta berjewendiya her du aliyan bike û vekirina konsolxaneya welatê xwe ya li herêma Kurdistanê de bi biryarekî girîng da zanîn ku dibê sedeme pêşvebirina wan pêwendiyan.

Serok Barzanî jî xweşhaliya xwe û herêma Kurdistanê ji bo geşkirina pêwendiyên li gel Urdun derbirî û daxwaz ji Konsolosê giştî kir ku bi heman awayî silavên wî bigihînê şah Ebdullayê duyem û amadehiya Herêmê jî ji bo hevkarî û hemahengiya ji bona serxistina daxwaza her du aliyan ya pêşxistina pêwendiyên di warê siyasî, aborî û kultûrî de derbirî.

Back to top button