Civak

Rewşa bajêr aloz dibe, komîteya emnî hişiyarî da

Duhî roja 17.04.2011ê çend kesekên nav xwenîşanderên Berderkî Sera li Silêmaniyê, li gor pilaneke pêşwext amadekirî, xwenîşnadanên bi aşitî ber bi şidetê birin, aramiya bajarê Silêmaniyê têkda û herwesa wan xwenîşanderan êrîş bir bo ser hêzên polîs û di encamê da hijmareke hevwelatî û polîsan birîndar bûn.

Li dor wan bûyerên bajarê Silêmaniyê komîteya emnî ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir.

Komîteya emnî ya bajarê Silêmaniyê di daxuyaniya xwe dibêje:

– Di demekê de ku ji bo pêkanîn atmosferekî xweş bo diyaloga navbera aliyên siyasî hewildan tê kirin, hindek kes bi mexsed aloziya çêdikin û rewşa Silêmaniyê têk didin.
– Komîteya emnî ya bajarê Silêmaniyê careke din tekîd dike ku xwenîşandên aram mafê hevwelaiyan e, wextek dirêje xwenîşandan li Berderkî Serayê li Silêmaniyê berdewam in û hêzên emnî û aliyên peywendîdar bi berpirsiyarane wan diparêze. Lê her dema hijmara xwenîşanderan kêm dibe, hindek kes xwenîşandanan ber bi aqarekî din dibin û ji bo balkêşana raya giştî daku zêdetir beşdariyê di xwenîşandanan de bikin, şidet û têkdanê bikar tînin.

Komîteya emnî ya bajarê Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de dibêje ku ji bona rêgirtin li pêşiya karên têkdanê û bikaranîna şidetê dê hemû rêyên qanûnê bikar bînin, û dê berhingariya hemû wan karan bin yên ku jiyana hevwelatiyên Silêmaniyê têxin xeterê de.

Komîteya emnî ya bajarê Silêmaniyê dibêje:

– Daxazê ji xelkê xweştiviyê bajarê Silêmmaniyê dikîn ku alîkarî û piştevaniya hêminî û aramkirina bajêr bikin, daku jiyana wan selamet be û azadiya xwenîşandanan jî bê parastin. Her kesê ne li gor qanûnê hereket bike û jiyana xelkê bajêr têk bide, hîngê em bi wezîfeya xwe dizaîn ku cizayên qanûnî teamilê pê re bikin.

Komîteya emnî ya bajarê Silêmaniyê di dawiya daxuyaniya xwe de daxazê ji kanalên mediyayê dike ku di vê rewşa nazik de ji bona aramkirin û lihevtêgihiştinê kar bikin

Back to top button