Polîtîk

Salih: Divê desthilata dadweriyê serbixwe be

Îro li bajarê Hewlêrê, Berhem Salih serokêî hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li serok û endamên konseya dadweriya herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de, rewşa desthilta dadweriyê li herêma Kurdistanê hat kirin û tekî li ser serbixweyîya saziyên edaletê kir.

Di hevdîtinê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê îşaret bi rola giringa dadgeh û desthilata dadweriyê li herêma Kurdistanê kir.

Serokê hikûmetê di berdewamiya axavtina xwe de got ku dadgeh û desthilta dadweriyê divê karîgerî li ser danan, çespandina hukimê qanûnê, serwerî û serbixweyîya dadgehan hebe, bi awayekî ku ew biryar û qanûnê tên desrxistin di xizmeta hevwelatiyên herêma Kurdistanê de bin û rewşa herêma Kurdistanê li ber çavan bî girtin.

Salih di axavtina xwe de daxaz ji heyeta konseya edaletê ya herêma Kurdistanê kir ku ew proje qanûn giring û pêwîstin lez di derxistina wan de bê kirin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û serok û endamê konseya dadperweriya herêma Kurdistanê tekîd li ser serxwebûn û bilindragirtina qanûn û dasthilata dadweriyê li herêma Kurdistanê kir.

Back to top button