Polîtîk

Erdogan dixwaze sîstemê biguhere

 

Rojnemevana Taraf Neşe Duzel li gel dr. Yavuz Atar hevpeyvînek pêkaniye. Atar di vê hevpeyvîne de behsa rewşa siyasî ya Tirkiye piştî hilbijartina dike û di hinek derbaran de dîtinên xwe dibêje.

Li Gora Atar, piştî hilbijartina divê di cih de destûra bingehîn bête guhertin. Ege ev yek newê kirin, Erdogan nikare gavên berpêş ve bavêje. Li gora Atar, Erdogan dixwaze di cih de destûrê biguhere û di destura nû de ji bo Tirkiye şûna sistema niha heyî sîstema serokatiyê bîne.

Atar daxwaza Erdogan bi vî awayî dibeje: Erdogan dixwaze desturê biguherê û bi refarandumê vê desturê biçespîne. Erdogan di sistema serokatiyê de bibe serokê dewletê û dê kesek nêzikî xwe bike serokwezîr. Erdogan wek sistema Fransa dê bikaribe parlementoyê fesih bike, yanî bi hinek guhertinan sitemek nû bête Tirkiye.

Atar berdewambûna axavtina xwe de dibêje: Ev  yek hukumetê re îstiqrarê pêyda dike û muxalefetek bi hêz jî tînê holê.Ev dibe sistema rasyonal ya serokatiyê. Ji bo vê jî divê desthilatên herêmî jî bêne hêzkirin.

Atar dibêje: Dema sistema serokatiyê li Tirkiye çêbibe, hingê divê sistema li Tirkiye heyî hemî bi awayekî bête guhertin. Divê girêdana dezgehên dewletê bi hevre hemî ji nûve bête xuyakirin.

Di encama hevpeyvîna xwe de Atar dibêje: Eger di hilbijartinan de Ak Partî serbikeve dê Erdogan li gora hêjmara parlementerên partiya xwe projeyên ku difikirê bêxe rojevê de. Hingê dê sistema serokatiyê wê bibe beşek ji destûra nû.

Back to top button