Polîtîk

Berendametiya Zana, Kişinak, Dicle û Tuncel nehat qebûlkirin

Dezgehê hilbijartina yê bilind li Tirkiye biryar da ku 12 berendamên serbixwe ku BDP pişgiriya wan dike nikarin bikevin hilbijartina. Di nav van berendaman de navên wek Leyla Zana, Sabahat Tuncel, Hatib Dicle, Gulten Kişanak hene.

Ji van Leyla Zana û Hatib Dicle li Diyarbekir, Gulten Kişanak li Sêrtê û Sabahat Tuncel jî ji Stanbulê berendamên serbixwe yên BDP-ê bûn. Ev yek bu sedemê nexweşîyek mezin di nav BDP-ê de. Piştî vê biryara dezgehê bilind yê Hilbijartina li Stanbulê xwepêşandan çêbû, û li Wanê xelk bi runiştina cadeyê ev biryar protesto kirin.

Niha çav li BDP-ê ye ka dê di vê derbarê de çi biryarê bistîne. Li gora serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş dayî xuyakirin, ew dikarin bi temamî xwe ji hilbijartinan bidin aliyekî jî.

Back to top button