Civak

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Vatîkanê kir

Serok Barzani bi Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê re civiya û got ku jiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê bûye çandeke resen û ew pê serbilind in.

Serok Barzani li Selahedîn pêşwaziya Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê, Miroslav Vachowski, kir.

Balyozê nû yê Vatîkanê kêfxweşiya xwe ya serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya Serok Barzani, gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo vekirina deriyên xwe ji bo penaber û qurbaniyan.

Balyozê Vatîkanê çanda jiyana hevbeş û qebûlkirina hevbeş li Herêma Kurdistanê nirxand û got ku civak bi saya vê aramiyê xwe rehet hîs dikin. Her wiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgiriya projeyên xizmetguzariyê yên wekî Zanîngeha Katolîk, Nexweşxaneya Ankawa û dibistanên taybet ên ku Mesîhî bi zimanê dayikê dixwînin.

Di beşek din a civînê de, serdana dawî ya Serok Barzani bo Vatîkanê û serdana dîrokî ya Papa Francis bo Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Serok Barzani pîrozbahiyê li Balyozê nû yê Vatîkanê kir û di erkên wî de serkeftin xwest û piştgiriya xwe ji bo serkeftina karê wî anî ziman. Serok Barzani tekez kir ku jiyana hevbeş li Kurdistanê bûye çandeke resen û ew pê serbilind in û got: “Em ê hemû hewla xwe bidin da ku ev çand berdewam bike û pêş bikeve.

Serok Barzani bal kişand ser qurbanîdana Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û got ku Hêzên Pêşmerge ji bo parastina hemû civakên olî û etnîkî bê cudahî xwîn dane.

Serok Barzani spasiya Papa û hikûmeta Vatîkanê kir ji bo piştgiriya wan a berdewam û hêvî kir ku Papa di pêşerojê de dîsa serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Back to top button