Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî, pêşniyara Rêberê Şîiyan Mukteda el Sadr a li Necefê bi Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî re hatina cem hev red kir.
Nakokiya di navbera Herêma Kurdistana Federel û hikumeta navendî a Iraqê de, ji bo ku bi rê û rêbazên diyalog û mizakereyan bêne çareserkirin, Rêberê koma Şîiyên li Iraqê Mukteda es Sadr, Serok Barzanî û Nurî Malîkî vexwende bajarê Necefê ku her du aliyan bîne cem hev lê, Serok Barzanî ev vexwendina Sadr qebûl nekir.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistana Federel Umît Sabah di vê derbarê de daxuyaniyek da û ev deqê daxuyaniyê ye.
Ji aliyê rêzdar Semahet Muqteda Sadir ve dawetnameyekî gihîşt, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bo ku li bajarê Necefa pîroz bi mebesta nirxandina wan qeyranên li holê da ye li gel birêz Nurî Malîkî Serok Wezîrê Iraqê bicive.
Li demek de rêzdar Serok Mesûd Barzanî rêz û pêzanînên xwe ji bo vê helwesta birayê rêzdar Semahet Muqteda Sadir heye. Lê belê ev kêşe û qeyrana welat girtiye ne kêşeya taybetiya navbera Barzanî û Malîkî ye, belku kêşeya desthilatdariyêye li Iraqê, ku xwe bi pabendnebûna destûra bingehîn û wan peymanan dibîne ku Hikûmeta niha ya federalî û çawayiya birêvebirinê ji wê peymanê berhem hatiye.
Me pê başe, dûpat bikîn ku Serok Barzanî herdem bi hevdîtina li gel birayê birêz Muqteda Sadir xweşhal dibe.
Dr. Umêd Sabah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
24/11/2012
biji Serok her biji\r\nsadr wa zane Kurd nazane ez bejim sadr u maliki daf an kemin danibu de serok here u terör bikin de Kurd ji maneviyat bukujin daku zanin deq u leystoke dijmin bes serok xerab dike diji derdikeve u parastina gele Kurd dike.\r\nyeki wek sadr nikane Serok davet bike u parastina Serok bigre ma ki nezane?