Polîtîk

Pêşmerge li himber her rûdanekî amade ye

 Li serdaneke meydanî de wezîrê Pêşmergên Hukûmeta Herêma Kurdistanê serdana hêzên Pêşmerge yên li navçeya Nawdûman kir, kû dikeve nêzîkî Xaniqîn, ew hêzên Pêşmergeniha li hemberî hêzên artêşa Iraqê di amadebaşiyê de ne.

Derbarê serdana xwe de, wezîrê Pêşmerge Şêx Ce`efer Mustefa di kongireyekî rojnamevanî de ragihand; da kû ji nêzîk ve em hêzên Pêşmerge û sengerên wan bibînin, her weha da kû ji nêzîk ve egehdarbin li ser rewşa navçeyê me serdana xwe pêkanî, di vê bareyê de, got kû, hêzên pêşmerge di rewşa herî baş ya amadebaşiyê dene û xwedî caseretekî û muralekî bilindin, herweha karînên wan yên tewaw û bibiryar heye kû êdî nabe careke din rê bo dagirkirina xaka Kurdistanê were dayîn.

Mustefa amaje bi wê yekê jî da kû; me baweriyeke tewaw bi hêzên Pêşmerge heye, kû tiwana û karînên wan yên baş hene kû ti hêzek nikare sengerên wan bilivîne.

Her li dirêjiya kongireya xwe ya rojnamevanî de wezîrê pêşmergeyên Kurdistanê ragihand: Pêşmerge ne bi niyazê êrîşê ne, heta dawiyê em hewil didin kû ti bûyereke nexwastî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve pêknewê, çûnke li gor me şerkirin, ne di berjewendiyê xelkên Kurdistanê de ye, îro xelkê Iraqê û yên Kurdistanê jî pêwîstiya wan bi xizmetgozarî û avadaniyê heye, eger şer jî pêkwere, her divê bişêwazî rûniştinê li gel hev arîşe û kêşeyan çareser bikin.

Şêx Ce`efer Mustefa ev jî daxuyakirin kû: weke giştî rayedar li gel wê yekê dene, berî kû ti bûyerek pêkwere em heta dawî hewil didin kû kêşe û arîşeyan bi gotûbêjan çareser bikin, belê li dema her destdirêjeyekî de, ji aliyê her hêzekî ve, dê pêşmerge rûberûyê wan bibe.

Navçeya Nawdûman dikeve navbera bajarê Xaniqîn û şaredeya Celewle, ew sîno ji liyê hêzên Amerîka ve hatibûn diyar kirin û niha ji aliyê artêşa Iraqê ve hêzeke zor rêkirine navçeyê, li hember jî gleek hêza Pêşmergeh rawestane û di amadebaşiyê dene.

Sîrwan Hesen / PNA

Back to top button