Polîtîk

Serok Barzanî peqînên Osloyê şermezar kirin

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyamke sersaxiyê ji serokwezîtê û gelê Norvêjê re şand û ev li jêr teksata wê ye:

Birêz Yens Stoltenbêrg

Serokwezîrê Norvêjê

Me bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya wan du kiryarê terorîstî li welatê we qewimîn ku, di encamê da dehan kes bûne qurbanî û bûye sedema tirs û gumana rewşa aramiya jiyana hemwelatiyan, bîhîst.

Em ji herêma Kurdistana Iraqê, bi navê xwe, gel û hikûmeta herêmê, ji kûrahiya dilê xwe hevxemî û diltengiya xwe ji bo we derdibrîn û vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikîn.

Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiya xwe ji bo weyên birêz û li rê ya we jî ji bo malbatên qurbaniyên wan kiryarên dirindane dişînîn û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn. Hêvîdarîn ev karesat û nexweşiya we ya dawî be ku rastî gel û welatê we hatiye.

Dûbare hevxemiya xwe ya dostane ji bo gelê Norvêjê radigihînîn û em bawerin ev demokrasî û pêkvejiyana ku bingeha welatê we ye, li ber her metirsî û êrîşek da herdem xweragir dibêe.

Mesûd Barzanî

Serokê serêma Kurdistanê

Back to top button