Civak
Jibo xwendina bilind li Kurdistana Başûr
Zaningehên Kurdistana Başûr dê îsal jî xwendevanan ji bo xwendina bilind ji beşên din yên Kurdistanê wergirin. Li gora daxuyaniya wezereta perwerde ya Kurdistanê, wê ji Tirkiye, Îran û ji Sûrî xwendevan bêne wergirtin.
Kesê ku bixwaze li Kurdistana Başûr bixwînê dikare bi rêya înternetê formên xwe dagire û serî ji bi xwendina bilind, Zanîngehên li Başûrê Kurdistanê bide.
Piştî daxwaziya xwendevana bête pejirandin, ji bo bikaribin dest xwendina xwe bikin û xwe di zanîngehande bidin nivîsandin hinek belgeyên din jî tên xwestin. Daxuyaniya berfireh di vê malpera hukumetê de heye. Formên ku bêne dagirtin di vê linkê de ne:
http://www.kurdistan-moe.org/agadaryyakan/form-kurdish.pdf
Piştî ev formên pêwist bêne dagirtin ji vê mailê re rêbikin.