Kultur

Amy di 27 saliya xwe de mir

Dengbêja Ingilîzî ya bi navûdeng di mala xwe de mirî hate dîtin. Dengbêja Ingilîzî ya naskirî Amy Winehouse li mala xwe ya li bakurê Londonê mirî hate dîtin.
Li gora agahdariyan dengbîja naskirî gelek vedixwar û gelek caran serxweş derdiket û stranên xwe digotin. Ji berî niha konserek ya xwe bi mebesta ku gelek vexwarîbû nekarî tamam bike.

Amy ji bo karanîna madeyên hişbir tadawî didît. Heta niha sedemê mirina Amy nehatiye ragihandin.
Amy sala 1983-ê ji dayik bibû û diya wê jî hûnermendek naskirîbû. Amy dengek cuda bû:.Amy xwediyê 5 xelatên cur bi cur yên Grammy bû. Stranên Amy yên gelek hatin naskirî “ You Know I`m No Good“ û “ Back to Black“ hêja li ser devê heyranîn wê ne.

Back to top button