Îroj

Diroka Kurdistanê de rojek reş: Laussane(LOZAN)

Ji berî niha 88 salan li bajarê Swisre li Lausanne (Lozan) roja 24.Temuz.1923-ê yê de peymana Lausanne hate îmzekirin.Ev peyman di navbera Tirkiye û Fransa, Îtalya,Britanya, Japonya, Yunanistan, Romanya, Bulgaristan, Portekiz û Yekitiya Sovyetan de hate îmzekirin.

Li vê hevhatinê de tixûbên Tirkiye yên îro hatin tesbîtkirin.Di rastiya xwe de Dewleta Kemalist a Tirk û welatên wek Fransa, Ingiltere , Italya û Sovyeta  Kurdistan di nav xwe de li gora berjewendiyên xwe leyvekirin. Kurdistan bi awayek fermî di wê roja reş de bû beşek ji welatên din û bi temamî ket di bin destan de.

Bi awayek din çarenûsa neteweyê kurd li  Laussane bi destên welatên emperyalist û dagirker hate nivîsandin. Ew roj ji bo Kurdistanê rojek reş bû.
Sala 1991-ê li Başûrê Kurdistanê destxistana federalîzmê nîrê koletiyê ya Luassane kirîn stuyê miletê kurd de hate şkênandin. Lê li beşên din yên Kurdistanê berdewam e. Tiekiye peymana Luassane wek serkeftiyek mezin nirxand û heta wek îro vê peymanê wek pişpalek mezin ji bo statukuya xwe dibîne.

Bi awayek din ku kurd, bikaribin li ser çarenûsa xwe bi xwe biryarê bidin divê peymana Lozanê ji holêrabe û dij derketin û ji holê rakirina vê peymana ku kurd bi peymanek navnetewî kirên di bin nîrê koletiyê de erkek netewiye.

Back to top button