Qasimlo û Talebanî û pirseke bê bersiv
Nivîskar Sat Mihemed di nivîseke xwe de ku di malpera Awêneyê de hatiye weşandin, behsa têkeliyên navbera Ebdulrehman Qasimlo û Celal Talebanî dike û dinivîse ku pilana terorkirina Qasimlo pirseke bê bersive û bi tenê bersiva wê pirsê dê li ba Celal Talebanî peyda bibe.
Sat Mihemed dinivîse:
– Dibe ku beşek ji hûrgiliyên vê pirsê li ba Talebanî be, Ji ber ku van her du serokan di destpêka salên 1980yan de hevalînîyeke nêzîk û têkeliyên mokim hebûn, em dikarin bêjin ku ew ”sindoqa nihêniyên hev du ne”
Nivîskar behsa dostîniya navbera Talebanî û Qasimlo dike û dinivîse ku di destpêka salên 1950yan de her du xwendekar bûn û bi hev re têkelî karê siyasî bûn û her duyan jî meyla aydolojiya çep hebû. Dema Mihemed Sedîq ji serokatiya Îranê tê durkirin û rewşa welêt aloz dibe, Qasimlo ber bi Bexdayê diçe û du mehan li mala Îbrahîm Ehmed dimîne. Paşî çend salan li zanîngeha Bexdayê mamosteyîyê dike û têkeiyên baş digel kesatî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên wê demê ku yek ji wan yên herî giring Talebanî bû, dirust dike.
– Li Bexdayê Qasimlo weke abûrînasekê şareza û xwediyê diplomaya diktorayê li wezareta pilandananê ya hikûmeta Îraqê kar dike û pilaneke domdirêj ya serkeftî ji bo abûriyê Îraqê amade dike. Bi rêya karê xwe û ji ber ku zimanê erebî û çend zimanên din yên rojhilatî û rojavayî dizanîn, peywendiyeke şexsî digel Sedam Hisên û karbidestên hikûmeta Bassê li Îraqê dirust dike û bingehê peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistana Îranê dihgel Partiya Bassê û hikûmeta Îraqê ya wê demê avakirin. Piştî Komara Îslamiya Îranê hatiye ser hukum û şerê çekdarî li Kurdistana Îranê dest pê kirî, ew peywendî zêdetir digel Partiya Bassê û hikûmeta Îraqê xurtir bûn û ji aliyekî din ve têkeliyên Qasimlo û Talebanî û Yekêtî Niştimanî zêdetir pêşkeftin, bi taybet ku her du jî di rojên dijwar û nexweş de li hember neyarê hevbeş ku Partî bû xwedî yeke helwest bûn.
Nivîskar dinivîse ku di destpêka salên 1980yan de Qasimlo tesîreke mezin li ser pêvajoya bûerên Kurdistana Îraqê hebû. Di vê demê de Qasimlo dikeve navbera hikûmeta Îraqê û Talebnî û li gundê Gureşêr civînekê di navera mixaqbiratên Îraqê û Talebanî de rêk dixe. Paşî ev civîn bi eşkereyê tên kirin û Qasimlo bi du helikpterên îraqî Talebanî û berprisên YNKê bi xwe re ji bo danûstandina dibe Bexdayê. Di encamê de danûstandinên sala 1983-1984 di navbera YNK û hikûmeta Bexdayê bê encam bidawî tên.
Nivîskar Sat Mihemed di nivîsa xwe de tê ser rewşa Kurdistanû ya sala 1988ê, kêmiyabara Helebce, rawestana şerê Îraq û Îranê, êrîşên enafalan bo ser kurdan ku di wan rojan de kurd di dijwartirîn roj de bû, di vê rewşa tarî û dijwar de Talebanî xwest pencerekê veke û kete navbera Qasimlo û Îranê ku danûstandinan bikin:
– Talebanî bi armanca vekirina pencereyekê di rûyê rewşa pir dijwar de, nevbyaniya Qasimlo û hikûmeta Îranê kir. Talebanî cîyê civînên navbera Qasimlo sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û karbidestên Îtîlaata (îstîxbarat) Îranê dabîn dike, di du civînê sala 1988 û 1989ê de Talebanî beşdar dibe, lê di civîna sêyem de li êvariya roja 13ê tîrmeha 1989ê de li Vîyenayê Talebanî beşdar nabe. Ev civîna çarenivîssaz çewa û bi serperiştiya kê rêkxira?
Ev pirsa bê bersiv heta nuha gelek vegêranên cihê bo tên gotin. Wê êvariyê piraniya serkirdên diyarên Partiya Demokrat jî haydar nebûn ku sekreterê wan li Vîyenayê meşxulî civînan e digel karbidestên Îranê! Wan jî ji wê rojê hat nuha her hind dizanin ku di wêneyan de dibînin laşê sekreterê giştî yê partiya wan di jorekê de bi cî hêlaye û xwînê hemû kirsê wî yê spî sor kiriye. Wan jî ji wê rojê heta nuha weke gelekan ji me pirseke bê bersiv di mêşkê wan de dilivlive; Ew çi çarenivîsek bû ev serokê xwedî tecrûbe û dinyadîtî hilgrt û ber bi Vîyenayê ve bir, di demekê de wî baş dizanî ku bi dehan salye karbidestên îranî ji bo hilweşandina bizava siyasiya kurd kar li ser weşandina gorzekî li serokên wê û têkşikandina mêşkê wan yê aktîv dikin?
Hemû nivîs bi soranî: http://www.awene.com/Direje.aspx?Babet=Hemereng&jimare=1749