Hevpeyvîn

Ji bo vegerandina deverên veqetandî raperîneke bê çek lazime

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel kovara Sivîl bi dûr û dirêjî behsa madeya 140ê û sedemên necîbiçîkirina wê madeyê û çi maye kurd bikin ku ew madeya bê cîbicîkirin, dike.

Kemal Kerkûkî di beşk ji axavtina xwe de dibêje ku divê kurd ji bo vegerandina deverên veqetandî raperîneke bê çek dest pê bikin
Di bersiva pirsekê de ku eve çend kabêneyên hikûmetên Îraqê hatin guhertin û eve çend sal bi ser cîbicîkirina madeya 140ê de derbas bûn, gelê ev madeye dê bê cibicîkirin, Kerkûkî dibêje:

– Divê ew madeye bê cibicîkirin, çunkî ew madeya ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan hatiye  danan. Weke hûn jî dizanin rijêma diktatoriya Bass deverên kurdnişîn şêlandine, bajar parçe-parçe kirine û her parçeyek xistiye ser bajerek din, weke; ew bajarokên piraniya şêniyên wan erebin xistine ser qezaya Dibis daku ereb bibin piranî. Nahiyeya Zabê ji ser Şergatê vekiriye û xistiye ser Hewîçe daku jimara ereban piranî bibe û hemû kurd desrxistine daku jimara .kurdan kêm bibe, bi taybetî li Kerkûk, Mendelî, Şingal, zemar, Beişîqe, Mexmûr, Duz, Xaneqîn  û Pirdê û yên din. Divê nuha ev yek bê çareser kirin. dema destûra Îraqê hatiye nivîsîn ev raya kurdan bû û aliyên din jî li ser razî bibûn, evrêya çaresriya pirsgirêkê ye. Lê hêşta pirsgirêk çareser nebûye. Divê ew madeye bê cîbicîkirin. Raste cibicîkirina madeya 140ê texîr bû ji ber ku niyeteke safî nebû û destên derve tê de hebûn. Di destpêkê de sanahî bû, lê mixabin texîr bû. Min gelek car gotiye ku divê pêşiyê serjimêrî bê kirin û paşî referandom bê kirin. dema kurd razî bûn li ser pêkanîna hikûmeta Îraqê Malkî soza cîbickirina madeya 140ê da û kurdan jî îsarar li ser kir. lê heta noke jî hikûmeta malkî kar ji bo cîbicîkirina wê madeyê nekiriye. Eger rêgirî li pêşiya cîbicîkirina madeya 140ê berdewam bûn, tecrûbeya Tunis û Misirê heye, divê kurd ji bone vegerandina deverln veqetandî dû ji şidetê kar bikin, Kurd bixwe biçin nav bajêr û bêjin ev bajarê meye, yan werin referandom bikin yan jî em nahêlin ev pirse bi vî awayî bimîne.

– Demek bweriya min bi vê yekê heye û ev zeman jî zemanê serhildanên cemawerî ye û berhem jî heye. Di kevin de Xandî jî bi şoreşa dûr ji ûidetê karî Hidistanê rixgar bike.  Nuha du halet li pêşiya mene; Eger hikûmeta Îraqa federal madeya 140ê cîbicî neke, yan divê em şer bikin yan jî divê rêyeke din li pêşiya xwe deynîn. Bi qenaeta min rêya aştîxazî û dûr ji şidetê bi xelkê medenî pêwîste em bikin û dê bibe jî, lê gelek giringe  pêşiyê li ser cîbicîkirina madeya 140ê bi cidî digel hikûmeta merkezî baxvîn û jê re bidîn zelal kirin aku cîbicînekirina madeya 140ê bi hêsanî derbas nabe.

Di bersdiva pirsekê de kaj i bo cîbicîkirina madeya 140ê çareser çiye, Kerkûkî dibêje:

– Berdewam zixt li ser hikûmeta Bexdayê bê kirin û digel wan ev pirs bê minaqeşe kirin, eger hemû mihawile bê sud bûn, divê raperîn dest pê bike, bila xelik bê çek rabe û raperîn bike, dem avê yekê hatiye û gelek direnge jî.

Back to top button