Konsolê Fransa li Kurdistanê gotinên min berevajî kirin
Dr Frêdrick Tissot Konsolê Giştiyê Fransa li Hewlêr li daxûyaniyek da dide zanîn ku welatê wan tu guman li pêvajoya demokrasiya Herêma Kurdistanê nake ku hinek li kanalên ragihandinê de bi şaşî hatiye xûyakirin.
Konsolê Fransa li Herêma Kurdistanê ronahî dike ku welatê wî bi girîngiyê ve temaşa Herêma Kurdistanê dike. Her wiha dide zanîn ku daxûyaniya wî ya li salvegera roja nîştimaniya Fransa li Hewlêr bi şaşî hatiye têgihiştin.
Li 14ê vê mehê ji bo roja nîştimanî û serbixweyiya Fransa rêwresmekî taybet li Konsolxaneya wî welatî li Hewlêr saz kir ku birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê jî têda beşdarî kir. Yek ji kanalên ragihandinê daxûyaniya Dr Frêdrick Tissot Konsolê Giştiyê Fransa li Hewlêr wiha şîrove kiriye ku qaşo rexne li siyasetên berpirsên Herêmê li warê azadî û dadpeweriyê de girtiye.
Tîssot li gel balkişandina dîroka welatê xwe beramberî Kurd, ragihandiye ku wî behsa wê yekê nekiriye Kurd li ezmûna demokrasiyê de guman li ser heye, em gelek bi girîngiyê ve temaşa Kurd dikîn û sercem rêberên siyasiyê Herêmê ji bo gihiştina bi aştî û dadperweriya civakî de beşdarin.