Kultur

Xwendekarên Duhokê staja xwe ya li Diyarbekirê qedandin

Xwendekarên beşa hemşîretiyê ya zanîngeha Duhokê ku li nexweşxaneya Diyarbekirê 15 rojan staj kirin, xwestin ku li Herêma Federal a Kurdistanê jî pergala nexweşxaneyan bi rêk û pêk bin û nexweş bi teknolojiyeke bilind bên dermankirin.

Ji fakulteya tibê ya zanîngeha Duhokê 24 jin, 15 mêr bi tevahî 39 xwendekar û 4 mamoste, bi pêşengiya zanîngeha Dîcleyê, staja xwe li fakûlteya tibê ya nexweşxaneya lêkolînê ya Diyarbekirê kirin. Xwendekarên ku 15 roj staj dîtin û li mêvanxaneya zanîngehê man, çavdêriyên xwe ji AKnews’ê re parve kirin.

Mamosteyê zanîngeha Duhokê ya beşa hemşîretiyê Mihemed Îsmaîl Brahîm diyar kir ku, ew ji bo bizanibin li Diyarbekirê rewşa tenduristiyê çawa dimeşe, di cih de bibînin û wiha got:
– Her wiha xwendekarên me ji bo fêrbûna hemşîretiyê hatin. Ev staj ji bo pêşeroja xwendekarên me, bû tecrûbe. Em dixwazin ji vir û şûnde jî di navbera zanîngehên Kurdistanê û ya Dîcleyê de, rewşa pêguherînê pêk bê.

Stajyer Huner Mihemed Salih (23) jî bal kişand ku teknolojiya li nexweşxaneya Diyarbekirê gelek pêşketî bûye û ew dixwazin ev teknolojî li Herêma Federal a Kurdistanê jî bê bicihkirin. Huner Salih, diyar kir ji bo ku ji nexweşan re çareseriyeke zûtir bê dîtin, di nava nexweşxaneyê de her cure cîhaz hebûne û ew ê li Herêma Kurdistanê tecrûbeyên xwe yên li vir pêk bînin.

Yek ji xwendekaran Rûbar Enwer (21) jî destnîşan kir ku sîstema nexweşxaneyê bi cîhazên modern di asta herî bilind de bû û her tiştên derbarê nexweş û dermankirinê de bi qeyda komputerê tê çêkirin.  Rûbar Enwer, bal kişand ku ew û nexweşên Diyarbekirê bi kurdî axivî ne, ji ber vê yekê eleqeyeke mezin dîtine û wiha axivî:
– Li Diyarbekir însaniyeteke pir baş heye. Bi dilekî germ bersiva me didan. Kêfa wan gelek ji me re hat. Qedrê me pir girtin.

Ji xwendekaran Fexrî Herkî jî bal kişand ku hemû nîzam li nexweşxaneya Diyarbekirê sîstematîk e û ew ê hewl bidin vê sîstemê li Duhokê jî deynin. Ji xwendekaran Niştiman Muhamed jî da zanîn ku hemû cil û bergên hemşîr û hemşîreyan bi rêk û pêk e û mirov bi hêsanî dizane li vir kî doktor, kî hemşîre û kî berpirsyar e.  Xwendekar Wehîde Ebdulla jî got dîtin û staja li nexweşxaneya Diyarbekirê ji bo wan surprîz bû û anî zimên ku têkiliya di navbera doktor û nexweşan de gelek baş bûye.

Back to top button