Gencîneya xiltê kor û doza Kurdistanê
Bi dîtina gelek kesan xilt (kormişk) bêarmanc bêhûde bin erdê di kole û xesarê dide zevî û bostanan. Ji ber wî ye gelek cara bi alîkarîya avê xilt ji qula wî derdixin û di kujin. Ya rastî nexşê jîyana xilt wisa ye, di bin erdê de li nesîbê xwe di gere û wisa debara xwe dike. Di bin erdê de jî ji destê mirova xelas nabe, ev ne bes îcar mirov dest didin ser xwarina xilt.
Xilt di bin erdê de qencelîsk û xandok hwd… berhev dike ji bo xwarina salane. Qencelîsk tovê gîhayekî ye, wek hebê zeytûnê ye, qalikê wî tê tazî kirin û tê xwarin. Tehma wî gelek xweşe. Xandok jî tovê gîhayekî erdnîgarîya herêma Serhedê ye, grovere û tê xwarin. Wexta cotkaran ewilê biharê cot dikirin ji ber gîsinê cot ev gencîneya xilt derdiket holê. Zarok bi derketina vê gencîneyê şa dibûn, bi xwarina wan kêfxweş dibûn.Carcaran zarokan bi par ve kirina gencîneya xilt qayîl nedibûn û şer dikirin. Hinek zarokên bihêz li yên di zordestî dikirin dest didan ser gencîneyê. Çimkî li peyê cotkar qencelîsk û xandok yeko yeko berhev kirin karekî gelek zehmet bû. Zarokan tunebûna fêkîya bi van xwarinên xwezayî derbas dikirin.
Wexta ev bîranîn tê bîra min, rewşa doza Kurdistanê tê ber çavê min ! Bi sed salane rêbaz û rewşenbîrên Kurda wek xilt xebitîn bi ked û xwîdana xwe doz zindî girtin, xurt kirin, hinek bêkêr rabûn lê xwedî derketin û kedkarên dozê înkar kirin.Dest dan ser gencîneya pîroz, Kurd ji koka wî qetandin, dîroka Kurdayatîyê bi tevneke nû nivîsandin û xwestin bi zor pê bidin pejirandin ! Ev bêmafîyeke mezin bû lewma îro Kurd di şerekî navxwe de ne, sedem ev e. Doz gencîneya bav û kala ye û em hemû hevparên vê gencîneyê ne, bi rengên cûda, bi ramanên cûda.
Divê hemî rêxistinê Kurda ji hev re rêzdar bin û bi helwestekî demokratîk barê doza pîroz par vekin û pêvajoya netewebûnê bi şeklê hevdemî bînin cîh, ev ji bo armanca dawîn pêwîste. Ji Kurda re demokrasi hewceye, zordarî û despotîzm ne hewceye…
24 .Tîrmeh.2011
Tevger Çekdar