Civak

Serok Barzanî meha remezanê li misilmanan pîroz kir

Bi minasebeta hatina meha remezana pîroz, Mesûd barzanî serokê Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahiyê li misilmanên Îraq, cîham û bi taybetî li misilmanên Kurdistanê dike.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe hêvê dike ku meha remezana pîroz bi xêr û xweşî bi ser hemû misilmanna de derba bibe û diblje:
– Hêvîdarim hatina vê mehê pir bi bereket û bi rehmet be û her wiha bibe cihê xêr û xweşiya gelê Kurdistan û sercem gelên Iraqê.
Serok Barzanî di mesaja xwe de tekîdê li ser pêkvejiyana tevaya pêkhatên Îraqê dike û dibêje:
– Çespandina canê birayetî û pêkvejiyana hemû pêkhatan jî bikîn armanca xwe ya serekî ku eve jî cewhera ola pîroza îslamê ye.

Serokê Kurdistanê di mesaja xwe ya pîrozkirina meha remezanê de daxaz dike ku gelê kurd, ji bo gihiştina bi tevahiya mafên rewayên xwe di çarçoveya destûr û îraqeke federal û demokrat da, herdem yekrêzî û yekhelwestiya xwe biparêze.

 

weke tê zanîn sibê roja duşemiyê 01.08.2011ê yekem roja meha remezanê ye li Kurdistanê.

Back to top button