Em rê li ber Lozaneka din bigirin

Bûyerên cîhanê bi lez derbas dibin, ew tiştên çend sal beriya niha ne mimkun bûn, niha dibin rastî. Prensîbê nabe dest lê bê dayîn, kerê navxweyî yê welatekî ye, li gor biryara 688an a Encumena Ewlekariyê, di sala 1991an de, guherandin di wê dîskursa klasîk a siyaseta nevdeweltî de kir. Niha dema rêkevtina şom a Lozanê nîn e ku ”88 sal beriya niha xeyala Kurdistanê şikand”, îro bi eşkere di derbarê guherînên Başûrê Afrîkayê û Rojhilata Navîn de helwêst tê wergirtin. Komelgayên navdewletî bi ser wê de ku hê Libya endamê resmî yê NeteweyênYekgirtî ye, îtîraf bi opozîsyona Lîbyayê wekî nûnerê şer’î dike. Ew tiştên ku berê di xaneya dîplomasiyê de ”bêdeng” dihatin hesêbkirin, niha teknolojiya ragihandinê bi hemî awayî derî li sansora dîplomasî û ragihandinî daye vekirin. Eger di destpêkî de 50 welat endamên Neteweyên Yekgirtî bûn, di tarîxa 09/07/2011an de, bi ragihandina serxwebûnîya Başûrê Sudanê, hejmara welatên endam bûn 193, yanî em dikarin îro dema mimkunê nemimkun a do bi nav bikin.

Di Dema Me de Erkê Kurdistaniyên Berpirsiyar

Ez ê di vê nivîsê de hewil bidim, bi awayê pirsî wan rastiyan bi bîr bêxim ku gelek car bi bîr hatine xistin û îro jî, bi lêgerîna bersîvdana wan, bigihîjne derbasbûna welat ji wan asteng û pirsgirikên ku em îro lê rast hatine. Ya li vir ku mebesta min e ez dixwazim li ser biaxivim, ew e ku gelo hizra her yek ji me ji bo astengên negihiştine pêkanînê yên di rojên borî de, me çi egerek jê re peyda kirîye? Belê ku îro her tişt mimkun e, em çiqas bi berpirsiyarî xwe nêzîkî erkên xwe dikin? Yan dibê di vê dema çarenivîsiya sazî de em çi bikin? Yan…

Bêguman me gelek ev pirs kirine, ji bo di demên borî de em xwedî nebûn, ku hewce bû em bibin. Yan em negihiştin wan mafan ku dibû em xwedî bin? Di bersîva vê de jî çawan piraniya me, xwe qurbana siyaseta navneteweyî zanîye û gelek ji me, em bi wê ve girêdane ku bi nisbet kurdan serdema nemimkunî bûye, ne ciyê balkêşiyê bûye û me hewildana xwe, mixabin gelek ji me jî salê 90î yên borî bi wê tawanbar dikin, ji siyasetê kêm zanîne, ji ber wê em nebûn tiştek!. Em sava bûn û haya me ji dinê tunebû!. Berîya em bibin kurd, em hizbî bûn! Me bi komelek bizavên Kurdistanî gelek pêşnav û paşnav nivîsandine ku di serdemeke gelek asê û dijwar de me parastina bi nasname û hebûn û kerametên kurd kiriye.

Di lêkolîna hemî van bersîvan de jî ku pirsa ji ber çi em do bi wê tênegihiştin, dibê em têbigehin? Ya li ba me durust dibe, ew pirsiyar in ku do sebebê wan bûn, gelo em niha bi çi mijûl in?! Di vê sedsala mimkun nemimkun de. Gelo em xwe di amadekirinê de ne ku ji bo em bigihijin wê payeya welat û neteweyî, şayenê wê ye yan na?

Bi xwendina seviya niha li welat tê jiyandin, ez dikarim bêjim ku mixabin di ciyê amadekarî ji bo ji destnedana firsetan,em mijûlê li karekî ne! Em li milekî dan û sitandin radigirin û guftûgo nakin, ji bo çareserkirina astengên hindurî! Li milekî din her yek ji me milekî din tawanbar dikin! Welat tê topbarankirin ji aliyê cîranên “baş” ve! Madeya 140î bi “begdestûriyê” ve me tevan ew piştguh kiriye û çavê mel li wê ye ku xelkên din ji me re lê destxweşiyê bikin!. Serokê Herêma Kurdistanê giraniyeke wî ya mezin di pirsgirêkên hindurî yên Iraqê û Kurdistaniyan de heye û xwediyê wê postê ye jî ku sembolekî ciyê hêviyan e ji bo welat, lê beşek ji xelkê me bi karên xwe yên rojane de ne, di ciyê bihêzkirina wî sembolî. Di hewildana ku çawan ji payeya wî kêm bikin de ne!

Beşek jê bûne komunîstên 24 ‘eyar û neteweyî bûn asteng dizanin û beşek din jî bi niyaza ku dijberên wan ên neteweyî bi navê ayîna pîroz a Îslamê zindî çal dikin de ne!. Beşek din ji me mijûl in hemî karên borî têkin bin pirsiyar û siyaseteke popolîstî ya hizbî û grubî, ew eşkere bikar tînin! Bêyî bîrlêkirina encamên vî karî di nav neteweyekî weko kurdan de, ku heta niha jî birînên wan ên şer û nakokiyan sar jî nebûne. Di ciyê bihêzkirina kultereke şaristanî û havçerxî bê damezirandin, mijûlê berhevkirina xalên ji xwe re ne!

Lê gelo ev hemî alîkariya me dikin? Gelo dîrok dê rewşa me ya îro çawan binivîse?

Bi rastî eger em boriya xwe bi bîr bînin, em hemî jî poşman nabin ku ji bo çi me karekî hê baştir nekir? Beşek ji cehşan piştî Şoreşa Îlonê ku îsal 50 saliya xwe ya zêrînî tijî dike, digotin “xwezî her şoreş hebûya, ji ber ku di saya wê şoreşê de hesabek ji bo me dihat kirin”. Erê bi rastî rojên dijwar ên penaberî, partîzanî û tirsnakî ji bîra me çûye? Ji bîra me çûye ku em çawan dihatin hetik kirin, heta derbasbûna li nav axa dayîka niştiman jî, ku rizamendî ne ji aliyê cîranên me yên “demokrat” ve dihat dayîn? Ji bîra me çûye ev Kurdistana han bê hejmar rûndik, girîn, xwîn û xweragirî gihiştiye van rojan? Ji bîra me çûye, piştî 36 salan jî di penaberiya li welatekî wekî Îranê de, wekî penaberê kurd me nikarîbû heta em xaniyekî jî li ser navê xwe ava bikin? Ji bîra me çûye ku kêm dewletan diwêriyan di avahiyên wezaretên xwe yên devre de, bi fermî li gel nûnerên Kurdistanê rûnin? Hûn nabînin niha jî bi kêfxweşî tên Kurdistanê û çawan li paytextên girîng ên cîhanê pêşwazî li serokên me yên hilbijartî tê kirin? Hûn nabînin an hîs pê nakin ku lawên perçeyên din ên Kurdistanê zêdetir nirxên van destkevtiyên millî dizanin? Ji ber wê ew bi rojane êşa nebûna wê azadiyê tam dikin ku me bi misûgerî wergirtiye!. Ji bîra me çûye, çawan karesata Enfalê, Helebçeyê, Barzaniyan, Feyliyan û bikaranîna çekên qedexekirî yên navneteweyî yên kîmyayî li dijî xelkê sîvîl ê Kurdistanê dihat bikaranîn û navendên navneteweyî pê îtîrafê nedikirin û digotin we ev ji çavkaniyên kurd hatine teyîdkirin û we ev xeber belav kiriye?! Ji bîra me çûye di zindanên wekî Qesrî Nîhaye, Nuqeselman, Ebu Xerîb û emnên Silêmaniyê û… hwd, çendîn tawanên li dijî têkoşerên Kurdistanê, ku di dîroka mirovatiyê de nimûneyên wan nayên dîtin, tomar kirine? Her çend roj beriya niha bû ku birêz Mewlud Bawemurad, wekî nûnerekî partiya muxalefetê di raberizînekê de li ser navê muxalefetê di kanala televîzyonê ya KNNê de, bi camêrî îtîraf kir ku di Bexdaya niha û “Iraqa Nû” de wekî kurd li me dinêrin û cihêtî nayxin navbera muxalefet û desthilatê?! Bi gotin kurd her kurd e û ji aliyê piraniya zêde hêzên erebî yên Iraqê ve, her bi perspektîfa klasîkî, wekî ciyê pirsa neteweyî pê re tê muamele kirin.

Eger em bersîva van hemî pirsan bizanin, ji ber çi em karekî wisan nakin ku em Kurdistanê bikin Beheşt û dûrgeheke demokrasiyê ku hemî tê de bi aramî û asodeyî bijîn û ji bo niha û dahatiya me û ew hemî rûndik, giryan, rûbarên xwînî, gorên bi komel û xweragiriya miletê me, em ji boriya xwe serbilind bibin?
Em Çi Bikin Baş e?

Dema ku mirov astengek yan asteng û şaşiyek diyar dike û sebebên wan dide xuyakirin, gerek e behs li wê wêneyê yan jî armanc û rêçeriyê bê kirin ku li ba te qebul e, ji ber vê ez di wê baweriyê de me ku dibê di bersîva hemî wan astengan û hewlê çareserkirina wan, berîya hemî tiştekî li ser tiştên hevbeş tesîr bikin û em hewil bidin tiştên nakokî paş bixin. Îradeke me ya siyasî ya hevbeş, perspektîveke ronî û eeşkere û xwesteka me ya hevbeş hebe, em li ser wasiteyên serdemî li hev bikin, ji bo tesîrkirina li ser nexşeriyek ku me bigihîne wan armancên serekî ku me li ser li hev kiriye. Em sîstemeke xwendinê ava bikin ku Kurdistanê ber bi wê ve bibe, ku kesên bi perwe biafirîne, sîstemeke xwendinê ku dîrokeke hevbeş durust bike, sîstemek ku derûdoreke millî ya hevbeş biafirîne, sîstemek ku wasiteyê bide destê kesên baweriya wan bi xwe hebe, sîstemeke xwendinê ku wasite bidete destê kesan ku rojeva millî ya bevbeş durust bikin, sîstemek ku fikrên nû yên zanistî li Kurdistanê biafirîne, sîstemek ku bingehê rêzgirtina li mafên insaniyetê pê re hebe, ku stûneke serekî ya têgihiştina civakê, sîstemeke xwendinê ku jîngehparêzî bike beşeke ji erkê xwe yê bingehîn, em sîstemeke fêrkariyê ava bikin û imkanên berdewamî û armancdar bi behrem bîne.

Dibê em ji bo awayê nehiştina bêkarî, feqîrî û kêmiya dadperweriyê kar bikin, em kar bikin asayîşa xorekê di nav Kurdistana me ya dewlemend de bi çavkaniyên sirûştî bê durust kirin. Îradeke siyasî û aborî durust bibe ku ew potansîyela mezin a di nav Kurdistaniyên derve de heye, têxe bin xizmeta geşekirina welat. Dîplomasiyeke xwedîxizmet a çalak ava bikin ku ciyê serbilindiya hemî alîyên me be. Em kar bikin ji bo vegerandina wan navçeyên ku aîdê Kurdistanê ne û heta niha ne di bin desthilata Krdistanê de ne. Yanî sînorên Kurdistana Federe bên diyarkirin, ku dibê ew tesîrê li ser qahîmkirina federalîzmê bike ku baweriya bi vê sîstemê di nav desthilatdarên xeyrê kurd de gelek jar e. Tesîr li ser şoreşeke çaksazî ya damezrayî bidin destpê kirin ku rêkevtineke millî li ser be. Em derziyekê li xwe bidin li beramberê diyardeya tembelî û mejiyê hişk, kîn û hesadet ku mixabin regek kûr di nav civata me de berdaye. Ku li gor min civakên piştî şer, bêtecrubetiya dewlet û damezirandina sebebekî serekî ya vê diyardeya malwêraniyê ye.

Medyaya Kurdistanê bibne çavkaniyên zanist û perwerdeyê û kanalên guhestinê baştir bin û çavdêrîkirina bi silametî cîbicîkirina civata xwe bi xwe xwedîkirina me bin. Civateke medenî bê avakirin ku bi naveroka xwe durustkarê siyaseta hukumeta hevwelatîbûnî be. Em di navbera imkanên me yên millî de, ji bo imkansaziya berdewamî ya Kurdistanê li derve û hindurê Kurdistanê pireke bi hêz durust bikin, bi hemî dezgeh û damezraniyan ve kultureke geş, berzefireh û firehalî ku di hemî waran de berhem bîne ava bikin. Kar û kirinên baş bibin rênîşanderê hemî alîyên me û rojane praktîze bikin. Li gor min ev karên han mimkun in û ne yên xeyalî ne, tenê biryareke bi cesaret dixwazin û jê re peymaneke millî divê. Bi van gavan em hemî serfiraz dibin û keştiya bi rê ya Kurdistanê bi silametî digehîne îskeleyê. Dibê em li Kurdistanê şerê nefehman biguherînin li milê saheyên li dij, ji bo bidestxistina doza me ya rewa. Ev gava han a bi wêrek jî, pêwistî bi xwestin û îradeke rasteqînî ya siyasî ya bi beşdariya hemî milan e.

 
Dem hatiye em hemî berê xwe ji reqî û kîna navxwe veguhêzin û ji bo Kurdistaneke aram û ayîndeke misûger, bêjin “ey kurdino, ey merdino, em hemî destên xwe bidin hev”, bi kirdarî, tebayî û yekrêzîya civaka Kurdistanê, bi tu awayî nabe em vê firseta dîrokî bikin qurbana rojeveke din. Wekî çawan 50 sal beriya niha me bi yekrêzî meşaleya şoreşa pîroz a Îlonê bilind kir û me bi hev re got: “Yan Kurdistan Yan Neman”, bi pîrozkirina bîranîna şahiya zêrîn a vê şoreşa mezin, wekî neteweyên din bikin xaleke hevbeş û xala destpêkî ji bo stîleke nû ya jiyanê û tesîr li Kurdistanê û di hemî waran de peymaneke millî rabigehînin û rojeveke millî ya hevbeş durust bikin. Ez gelek dilxweş im bi karekî wêrekî yê bi vî awayî serbilindiyeke gelek mezin ji bo me, şehîdên me û zarokên me yên rojên bên bi zêrînî tomar dikin.

Taha Berwarî
Wezîrê berê yê Werjiş û Lawan

[email protected]

Jêder: Netkurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: