Serok Barzanî li ser Çiyayê Safîn beşdarî 63emîn salvegera Şoreşa Îlonê dibe
Serok Mesûd Barzanî 11ê Îlonê li ser Çiyayê Safîn beşdarî 66emîn salvegera Şoreşa Îlonê bû.
Buroya Rêxistina Pêşmerge, bi hevkariya parêzgeha Hewlêrê û bi amadebûna malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman ên şoreşa Îlonê, 63mîn salvegera destpêkirina şoreşa Îlonê li quntarên çiyayê Sefîn bibîr tîne.
Serok Mesûd Barzanî roja 11.09.2024an, di salvegera 63emîn Şoreşa Îlonê ya mezin de peyamek parve kiribû û tê de gotibû, “Şoreşa Îlonê ya mezin bi rêberiya Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa seranserî û siyasî û çekdarî ya cemawerê Kurdistanê bû, ji bo bergirîkirin û çespandina mafên rewa yên gelê Kurdistanê. Şoreşa Îlonê îrade û bawerîbixwebûn ji bo mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bihêz a siyasî û rêkxistinî û cemawerî ji bo berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî stem û dagirkariyê.”
Herwiha got: “Şoreşa Îlonê bi dastan û gernasiyên xwe û bi xweragiriya serkirdetî û Pêşmerge û cemawerê xwe doza rewa ya gelê Kurdistanê gelek pêngavan ber bi pêş ve bir û bû îlhambexşa xebat û têkoşanê ji bo qonaxên din ên xebata gelê Kurdistanê.”
Serok Barzanî got jî: “Di salvagera 63ê ya serhildana şoreşa Îlonê ya mezin de, em bi hezaran silavan ji bo canê pakij ê şehîdên şoreşa Îlonê û hemî şehîdên Kurdistanê dişînin. Herwesa min rêz ji bo fedakarî û xweragiriya hemî wan Pêşmerge û xebatker û qehremanan heye yên ku şûntiliyên wan di wê şanaziya niştîmanî de diyar in. Wan qehremanan dîrok ji bo gelê xwe tomar kir û jiyan û xebata her yek ji wan dersên xebat û xweragirî ne.”