Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê yekem naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta 63mîn salvegera Şoreşa Îlon a pîroz peyamek ji bo raya Giştî ragihand.

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî:

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi boneya Şoreşa mezin a Îlonê

Di 63 saliya Şoreşa mezin a Îlonê da, em Barzanî yê nemir rêberê şoreşê, hemû pêşmerge yên qehreman û hemû têkoşeran ku, hêz, dest û zendêb şoreşê bûn, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Silav li ser giyanê wan û silav ji bo hemû têkoşerên wê dema dijwar ku hêj sax in. Em ji wan ra jîyek dirêj û selametiyê dixwazin.

Şoreşa mezin a Îlonê ku, şoreşa hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve bû, bibû bingeha hizirûbîrên nasnameya netewî û niştimanî, rûmeta hemû Kurdistaniyan û îradeya gelê Kurdistanê a ji bo têkoşîna li dijî zilm û zordariyê û dagîrkaran bû. Şoreş dengê zelal yê azadîxwazan û doza rewa ya gel û welatek bû ku, ji bona azadiyê hemû qurbanî dan. Ew bû bingehê yekem car bi fermî naskirina mafên gelê Kurdistanê û bingehê hemû destkeftiyên paşerojê.

Di demekê da ku em bi şanazî ve vê helkeftê pîroz dikin, em tekezî li ser îradeya bihêz a gelê Kurdistanê ya ji bo parastin û bidestxistina hemû mafên xwe yên destûrî û yekrêziya di navbera hemû pêkhateyan da dikin. Em dê di têkoşîn û berxwedaba ji bo azadî û demokrasiyê da xwedî li prensîb û nirxên bilind yên şoreşê derkevin û heta ku em serketinê bi dest bixin û xeyalên şehîdan pêk bînin, bi hêvî û geşbînî em dê ber bi pêşerojeke baştir berdewam bin.

Bilind û bi rumet be Şoreşa Îlonê, silav li bîranîna şehîdên Kurdistanê û silav li giyanê pakê wan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11 Îlon 2024

Back to top button