Serok Barzanî ji bo rewşa dawî ya Kurdistanê peyamek belav kir

Piştî rûdawên Mûsil û navçeyên nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê, bi sedema rûxana artêşa Iraqê ve valahiyeke serbazî û emnî pêkhat û hejmareke zêdeyê hemwelatiyên parêzgeha Nînowa koçber bûn û hatin xwe spartin navçeyên aramên li bin kontrola Pêşmerge. Ji bo parastina xelkê Kurdistanê û pêkhatên nîjadî û olî û parastina dam û dezgehên giştî û pirkirina wê valahiyê, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê çûne wan navçeyên ku artêşa Iraqê jê vekişiyane.

Daxwaz ji hêzên Pêşmerge û asayîşê dikim gelek bi hişyarî sînorên Kurdistanê û ser û malên xelkên wan navçeyan û dezgehên giştî biparêzin û rê bi tu serpêçî û sînorbezandinek nedin.

Gelê me jî dilniya dikin ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û dezgehên emniyên Herêma Kurdistanê bi tu awayek rê nadin aramî û asayîşa Kurdistanê bikevê ber metirsiyê.

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

13/06/2014

Nêrînek

  1. Îro rojeke dîrokîye,lîstikê tên meydanê armanç peşîye Kurd'a bê girtin,li himberê va lîstika divê Kurd bibin yek,nêzîk mîna lîstikê''îşıd'ê wê hinek dî jî derkevin holê,divêGelê Kurd mîna zincîra pola bibê yek û meşa xwa bide meşandin,divî warîde,Başûr û Dewlet'a wê pişt girtîye bide çar parçê Kurdîstan'ê û PDK,li çardora li her cîyî..

Nerîna min :