Serok Barzanî ji bo bîranîna dayîkbûna Mesîh pîrozbahiyên xwe pêşkeş kir
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo bîranîna roja ji dayikbûna pêxember Îsa yê Mesîh (silavên Xweda lê bin) nameyeka pîrozbayîyê pêşkêşî Xrîstyanên herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê kir. Ev jî teksta ewê nameya pîrozbayîyê ye:
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya hatina cejna ji dayikbûna hezreta Mesîh (silavên Xweda lê bin) ez ciwantirîn pîrozbayîyê pêşkêşî xwişk û birayên rêzdarên Krîstyanîyên kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim û ez hêvîdar im, ku cejna wan tije xweşî û şadî be.
Di evê bîranînê de ez tekez dikim, ku jîyana bi hev re ya birayane û toleransa oldarî di Iraqa federal de giring in û ez daxwazê ji hukûmeta nû dikim, ku pirsa paraztina cihên oldarî û paraztina xwişk û birayên Krîstyanî, di serê karê wan de bin, ji ber ku Krîstyanî hevwelatîyên resenên Iraqê ne.
Ez tekez jî dikim, ku em dê herdem bergirîyê di ber mafên wan de bikin û dergehên kurdistanê ji ewan hevwelatîyên Krîstyanî re vekirî ne, ewên ku ji ber hovîtîya terorizmê direvin û berê xwe didin herêma kurdistanê û bi ewledarî lê bi cih dibin.
Li gel xoşewîstî û rêzgirtina min a ji we hemûyan re
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24/12/2010