Îroj

25'ê Berfanbar

25’ê Berfanbar

Di sala 1920’an û di rojekî wekê îroyê de Eşîrên Dêrsimê ji hikumata Enqereyê re bi rêya nameyê hîşyariyek dan û daxwaza bikaranîna pêwîstiya Peymana Sevr kirin.

Name bi îmzayên Eşîrên Dêrsimê hatiye rêkirin.

Naveroka nameyê bi vî awayî ye:

Ji Meclîsa Milletê Mezin ya Enqereyê re

Li gor Paymana Sevrê  li ser bajarên Amed, Xarput, Wan û Bedlîsê damezrandinekî Kurdistan pêwîste û divê bihête damezrandin. Emê bi awayekî eşkere da xuya dikin ku, ger li dijî wê, rewşekî cûda pêkwere, emê mafê xwe bi rêya hêzên çekdariyê ve bidestbixin.

Di Tîrmeha sala 1920’an de li navçeya Sêwas Qandalê civînekî dawî hatiye çêkirin. Civîn di dergaha  dergaha Huseyîn Abdalê de bû. Piştî civînê biryara ‘Heta mirînê Kurdistan bihête parastin’ derdikeve.

Piştî wê biryarê êrîşên li ser qereqolên li derûdora navçeya Zarayê pêkhat. Dû re li sr navenda Refahiyê êrîşên bi hêz hate organîzekirin û piştî êrîşên bihêz rêveberiya navçeyê dikeve destê hêzên Kurda û li ser Qesra Hikumetê alayê Kurdistan hatiye berz kirin.

Her wiha

Di sala 1991’an û di rojekî wekê îroyê de Serokê Yekîtiya Sovyetan Mihaîl Gorbaçow îstîfa kir û piştî rojekî Yekîtiya Sovyetan belav bû.

Mihaîl Gorbaçow Di sala1985’an de li YKSS’ê dest bi reformên wek Perestroyka (şunda mezrandin) û Glasnost (eşkereyî) kir.

Di salên 1990’an û 1991’an de dewletên Yekitîyê dest bi dazanîna azadiyên xwe kir. Siftê welatên Baltîk serxwebûna xwe damezrandin. Bi derbeyê Borîs Yeltsîna di meha gelawêjê de YKSS xirab bû dewletan yek bi yek azadiya xwe damezrandin. Di 8’ê berfanbarêa 1991’an de belavbûna YKSS dawî bû. Ji YKSS 15 dewletên serbixwe der ketin û Rûsyayê wek pêmavanê YKSS mafên wê wek mîrat hilgirtin.

Back to top button