Dosya

Rapora çalakiyên Kurdocide Watch-CHAK ê ya 2010

 
Kurdocide Watch-CHAK
Dezgeha mafê mirovan ya li dijî jenosîdê
Navenda Helebceya Şehîd ya li dijî jenosîdên Kurda û Enfalê- CHAK

Kurdocide Watch CHAK dezgehek mafê mirovan e û li dijî jenosîdê xebatê dike. Li 11 welatên Ewropa û li Kurdistanê komele, komîte û nûnerên xwe hene. Kurdocide Watch CHAK-Bakur/Rojava di 2010 de hejmarek çalakî li Swêdê, Turkiyê û Kurdistanê pêk anî. Em rapora xebatê pêşkêşî we dikin.

A-    Konferans, semîner, civîn…

– 24 -01- 2010, Konferansa Navnetewî ya li ser jenosîda li Dêrsimê 1937-38, li ABF a Stockholm, bi hevkariya CHAK  Swêd.
Jenosîda Dersimê li bakurê Kurdistanê di 1937-38 an de pêk hat. Bi hezaran Kurd hatin kûştin, gund hatin bombebarankirin. Bajarê Dersimê kete ber pêla êrîşa rejîma Turkiyê û navê bajêr hate guhartin. Ji bo ronîkirina pirsê û niqaşa wê li derveyî welêt konferans pêk hat. Di dawiya konferansê de beyanek hevbeş li ser pirsê hate belavkirin.
Kesên axifîn: David Gaunt, professorê dîrokê li Zanîngeha Uppsala,  Evin Cicek, nivîskar ji Swîsrê, Parlementerê BDP/BTP yê Dersimê Serafettin Halis, şahidê buyera Dêrsimê Ali Gultekin. Håkan Blomqvist, ji enstîtuya Samtidshistoriska, Filozof Doktorê dîrokê. Dr. Ismail Besikci, Sosyolog (bi nivîsekî), ji  partiya Sosialdemokratan: Anders Lago, Partiya Çep: Jakob Jonsson, Partiya Kesk: Bodil Ceballos, Moderatan: Fahmi Mahmod, Partiya Gel: Gulan Avci, demokratên mesîhî: Désiré Pethrus Engström, Seyidxan Anter kordînatorê CHAK ê…

– 2 Nîsan 2010, Panela li ser jenosîda Enfalê, li zanîngeha Stockholm, bi hevkariya KSAF Stockholm (Komela Xwendevan û Akademisyenên Kurd)
Enfal di dîroka Kurdan de jenosîda herî mezin e ku bi destê rejîma baas li Iraqê hatibû plankirin û li başûrê welêt hate pêkanîn. Armanca wê tunekirina Kurdan ji koka wan bû. Bi deh hezaran Kurd bûn qûrbanên plana rejîma Iraqê ye. Di salvegere destpêka jenosîda Enfalê bi pisporên pirsê re, panel hatibû organîzekirin.
Program: Monologa şanoger Kemal Gorgu bi navê ”Enfals barn”, Endamê Komîteya Navendî ya CHAK ê Gabar Ciyan bi nivîskar Bube Eser re li ser pirtûka wî “Boken om Enfal” hevpeyvînekê pêk dihêne. Rojnamevan Şîlan Saidi bi Prof. David Gaunt û pisporê hiqûqê Ove Bring re pirsê niqaş dike. Pirsa jenosîdê û mafê hiqûqî di dadgehên navnetewî de hate ronîkirin.
– 3 Gulan 2010, Zanîgeha Sodertorn li Stockholm, Civîna agehdariyê li ser kampanya ”Azadiya Abdullah Demirbaş”, şaredarê SUR/Amed ê
Abdullah Demirbaş bi nexweşiyek giran re şer dike. Turkiyê dixwaze wî di hespê de bigire. Tedawiya wî tenê li derve mumkun e. Di çarçoveya kampanya CHAK ê ji bo azadiya wî, civîn pêk hat. Hejmarek polîtîkerên swêdê beşdar bûn. Biryar hate dayîn ku kampanya ji bo azadiya Demirbaş xurtir bê rêvebirin.
Beşdarên civînê: Evin Cetin (polîtîkara Sosyal demokratan), Yilmaz Kerimo (parlamenterê Sosyal demokratan), Leyla Tarhan (politikara sosyal demokratan), Yekbun Alp (politikara partiya çep) û nûnerên CHAK ê.

– 21 hezîran 2010, ABF Stockholm, Semînera ”Pirsa Kurd li Turkiyê, bi hevkariya Sosyal demokratan
Heyetek ji BDP ji aliyê parlementerê sosyal demokratan Peter Hultqvist ve hate dawetkirin. Heyeta BDP li Swêdê hejmarek civîn li deverên cewaz pêk anîn. Her wisa civînek ji raya giştî re, bi hevkariya sosyal demokratan û CHAK ê pêk hat. Beşdarên semînerê li ser nêzîkbûna Turkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurda dîtinên xwe anîne zimên, li ser pirsgirêk û çareseriyê pêşniyaz hatin kirin, ji bo xebata li ser pirsê biryara hevdudîtin û xebatê hate dayîn.
Kesên  axifîn ev in: Peter Hulqvist (parlamenterê sosyal demokratan), Selahattin Demirtas (Rêvebirê BDP), Nuri Yaman (parlamenterê BDP), Dr. Nemrud Buyukkaya (Endamê CHAK ê), Evin Cetin (polîtîkara sosyal demokratan)…

– 5 tebax 2010, ABF Stockholm, konferansa zarokên Kurda di zindanên Turkiyê de
Îstatîstîkên li ber destan qala bi sedan zarokên Kurda di zindanê Turkiyê de dikin. Hejmarek ji wan nexweş in, bi giştî bêsuc in û qûrbanên qanûna terorê li Turkiyê ne. Di çarçoveya kampanya CHAK ê û hevkariya bi partiya çep, konferans pêk hat. Biryara berdewama xebatê hate dayîn.
Kesên axifîn: Jacob Johnson (parlamenterê partiya Çep), Hediye Güzel (siyasetvana partiya çep ), Keziban Yilmaz (awukata zarokên girtî li amedê, bi têlê beşdar dibe) Berivan Sayaca (15) xelata CHAK ê ya mafê mirovan girt, şaredarê SUR ê Abdullah Demirbas (bi têlê beşdar bû). Dr. Nemrud Büyükkaya (endamê CHAK ê) li ser rewşa zarokên di zindanê de raporek pêşkêş kir.
Ji bo berdewama kampanya CHAK ê piştgirî hate pêşkêşkirin.

– 6 îlon 2010, ABF Varbygard/Stockholm, Semîner li ser rewşa girtiyên nexweş di zindanên Turkiyê de
Zêdeyî 50 girtîyên Kurd pir nexweşin, beşek ji wan li ber mirinê ne û divê li derveyî zindanên tedawiyê bibînin. Her wisa bi qasî 250 kesên din jî bi nexweşiyên xedar ketine û di hepsênTurkiyê de ji ber bê tedawiyê roj bi roj ber bi mirinê ve diçin. Ji bo pirsgirêk bê ronîkirin û pêşniyazên çareseriyê destpêkirin, semîner hate pêkanîn.
Kesên axifîn: Dr. Kamiran Yildirim ji Mardinê, Caroline Syzber (ji partiya Mesîhiyên Demokrat), Emin Maskan (ji partiya keskan), Rebuar Fredon (ji partiya Moderatan), Evin Cetin (ji partiya sosyal demokratan), Bawer Kevir (ji partiya sosyal demokratan), Hediye Guzel (ji partiya Çep), kordînatorên CHAK ê Gabar Ciyan û Azad Heyder…

– 7-10-2010, Stadsbiblioeteket Gavle, Civînên agehdariyê li ser rewşa dadgeha li Amedê ya li dijî şaredar û siyasetvanên Kurd, bi hevkariya nûnerên sosyal demokratan
Ji sala 2009 heta niha hejmarek bilind ji siyasetvan, şaredar û parêzvanên mafê mirovan li bakurê Kurdistanê hatin girtin. Dadgeha 151 kesan di 18 cotmehê dest pê kir. CHAK bi delegasyona xwe bi şêweyekî fermî beşdarî dadgehê bû. Di rêzecivînên agehdariyê li Swêdê de, partî û dezgehên çûbûn Amedê dîtina xwe li ser pirsê anîn zimên û ji bo encama dadgehê bi erênî be, plana xebatê hate pêşkêşkirin.
Beşdarên civînê: Leyla Tarhan (ji sosyal demokratan), Ramazan Kizil (ji sosyal demokratan), Emin Maskan (ji partiya kesk), kordînatorên CHAK ê Seyidxan Anter û  Gabar Çiyan…

– 8-10-2010, ABF Uppsala, Civînên agehdariyê li ser rewşa dadgeha li Amedê ya li dijî şaredar û siyasetvanên Kurd, bi hevkariya KSAF-Uppsala
Ji sala 2009 heta niha hejmarek bilind ji siyasetvan, şaredar û parêzvanên mafê mirovan li bakurê Kurdistanê hatin girtin. Dadgeha 151 kesan di 18 cotmehê dest pê kir. CHAK bi delegasyona xwe bi şêweyekî fermî beşdarî dadgehê bû. Di rêzecivînên agehdariyê li Swêdê de, partî û dezgehên çûbûn Amedê dîtina xwe li ser pirsê anîn zimên û ji bo encama dadgehê bi erênî be, plana xebatê hate pêşkêşkirin.
Kesên axifîn: Emin Maskan (ji partiya keskan), Jacop Johnsson (ji partiya çep), Evin Incir (KSAF-Uppsala), kordînatorên CHAK ê Seyidxan Anter, Gabar Ciyan, Azad Heyder.

B-    Serdana Turkiyê û Kurdistanê

– Rewşa Kurdên li Anadolê, li istanbul, izmir û Mersinê, 2-11 tebax 2010.
Di van demên dawiyê de li bajarên Turkiyê êrîşa li dijî Kurda bêhtir bû. Kordînatorê CHAK ê Gabar Çiyan li ser êrîşên li dijî Kurda û rewşa Kurda li bajarên Anadolê lêkolînek pêk anî.

– Piştgiriya siyasetvan û şaredarên Kurd di zindanan de û raçavkirina dadgeha li dijî wan li Amedê,
15-19 cotmehê 2010 de kordînatorên CHAK ê Seyidxan Anter û Gabar Çiyan li Amedê bûn, qonaxa dadgehkirina 151 nûnerên Kurda ji nêz ve şopandin, hevdîtin pêk anîn.

C-    Belavkirina raporan li ser mafê mirovan li Kurdistanê

– 12 nîsan 2010, li ser rewşa siheta şaredarê Surê Abdullah Demirbaş
– 28 nîsan 2010, Rewşa Kurdên Feylî
– 12 Hezîran 2010, zarokên Kurda di zinadnên Turkiyê de
– 13 hezîran 2010, rewşa 3000 zarokên di zindanên Turkiyê de, ji aliyê hiqûqî û sihetê
– 10 cotmeh 2010, dadgehkirina şaredarên Kurd û parzêvanên mafê mirovan li bakurê Kurdistanê
– 20 cotmeh 2010, rewşa parêzvanê mafê mirovan awuqay Muharrem Erbey di zindana Amed ê de
– 13/10-2010, jenosîda Sînema Amûdê
– 23/10-2010 Rewşa rojavayê Kurdistanê û zextên rejîma Suriyê

Kurdocide Watch-CHAK Bakur/Rojava

Amadekar:
Kemal Gorgu, Azad Heyder, Seyidxan Anter, Gabar Çiyan

Back to top button