Civak

Cejna jidayikbûnê û sala nû pîroz be…

Mesîhê Meryema Pîroz di rojek weke îro de hate cîhanê. Jibo hezkirina mirovan, belavkirina toleranse û berxwedana li dijî zilmê xebatêk bê westan kir. Lewma pîrozkirina jidayikbûna wî û bîranîna çalakiyên wî giring e.

Kurdistan, welatek pirçandî û pir olî ye. Hezkirin û parastina Cejna Jidayikbûnê, cejnên olî û netewî li welatê me, jibo zêdebûna toleransê û pir rengînbûnê, pir giring e.

Em bi vê helwest û hêviyê cejna Jidayikbûnê û sala we ya nû pîroz dikin, rêz û silavên xwe pêşkêşî we dikin.

Mesîhê Meryema Pîroz wisa gotiye:
 
“Xweziya bi dilê wan kesan ku ruhê xwe de feqîrtiyê dipejirînin!
Desthilatdariya asîmanan di destê wan de ye.
 
Xweziya bi dilê wan kesan ku şînê dikşînin û bi hezin in!
Wê dilê wan bê xweşkirin
 
Xweziya bi dilê wan kesan ku bêhn fireh in!
Ew mîrasdarê ser rûwê erdê ne.
 
Xweziya bi dilê wan kesan ku tiyê rastiyê ne!
Wê tîbûna wan bi dawî were.
 
Xwezî bi dilê wan kesan ku dilbirehm in!
Ew ê bi dilbirehmiyê bêne pêşwazîkirin.
 
Xwezî bi dilê wan kesan ku qelbê wan pak, bi qencî û hezkirinê barkirî ne!
Ew ê Yezdanê Heq bibînin.
 
Xwezî bi dilê wan kesan ku aşîtiyê pêk dihênin!
Ew ê mîrasa herî mezin ji yezdanê Heq bigirin.
 
Xwezî bi dilê wan kesan ku di rêya rastiyê de zilm li wan tê kirin!
Desthilatdariya asîmanan di destê wan de ye…”

Bi silavên ji dil/ Ido Birixo…

 

 

Gabar Çiyan
Cigirê Serokê Komîteya Karge rya
Navenda Kurdocide Watch-CHAK ê &
Edîtorê EuroKurd News ê

Back to top button