Polîtîk

Rusya û Hindistan firokeyên Cengî çêdikin

Rusya û Hîndistan li ser qadên parastin û enerjiyên nukleerê peymanên bi milyar dolaran îmza kirin.

Serokê Federasyona Rusyayê Dimitri Medvedev di serdana xwe ya 2 rojê de bi Serok Wezîrê Hîndistanê Manmohan Singhê re hatin cem hev. Digel Medvedev jî bi sedan Karsazên Rusî jî hene.

Her du serok piştî hevdîtinê daxuyandin ku li ser çêkirina firokeyên Cengî yên bi radarê nayên girtinê peyman îmze kirine. Hate eşkerakirin ku Rûsya li Hindistanê dê santralên nûkleer jî ava bikin.

Li hemberî Hindistanê eleqe zêde dibe

Bi serdana Medvedev re, di nava çend mehên dawî de, serokên 5 welatên ku endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (DYA, Çîn, Rûsya, Frensa û Brîtanya) çûbûn serdana Hindistanê.

Hindistan ku di dema şerê sar de hevkarê Rûsyayê bû û çekên xwe ji Rûsyayê digirt, niha di bazara parastinê de, bi Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkarê re di nava reqabeteke mezin de ye.

Back to top button