Polîtîk

Zimanê kurdî, dê Tirkiye parçe bike

Serokê CHP di kongereya partiya xwe de behsa guhertinan kirîbû û di derbarê pêşerojê de projeyên xwe dabûn kifşkirin. Lê Kiliçdaroglu yek gotin behsa kurda nekir û nêzikî pirsa kurd nebû. Ev helwesta wî gelek hate nirxandin.

Kiliçdaroglu li ser karanîna zimanê kurdî di beşek perwerdê û di civatê de, xwe negirt û dîtina xwe got. Kemal bi temamî Kemalîzm kir û got: Heyîna du zimanan Tirkiye ber bi veqetandivekî ve dibe û ev welat parçe dibe.

Di vê derbarê de Kiliçdaroglu got: Qanûna me emir dike ku zimanê fermî tirkiye. Li gora qanunê ne qedexeye ku mirov zimanê xwe yê dayîkê hîn bibe. Zimanê fermî Tirkiye û nabê ku mirov zimanekî din bixê tenişta Tirkî yan jî ba Tirkî.Divê her patî vê welê bibîne.Divê hemî partî di vî warî de gotinên ji derê destûrê nebêjin.Karanîna zimanek din xetere.

Back to top button