Serok Barzanî hatina meha Remezanê pîroz kir
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi minasebeta hatina meha Remezana pîroz mesajeke pîrozbahiyê pêşkeşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.
Serok Barzanî di mesaja xwe de diblje: ” Bi minasebta hatina meha Remezana pîroz ez germtirîn pîrozbahiyan li tevaya misilmanên cîhanê bi giştî û yên herêma Kurdistan û Îraqê bi taybetî dikim.”
Di beşek din a mesaja xwe ya pîrozbahiyê de serokê herêma Kurdistanê dibêje: ”Ez hêvîdar im hatina vê mehê pir bereket û rehmet be û bibe sedema xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û tevaya gelên Îraqê. Û bila em çespandina ruhê biratî û pêkvejiyana hemû pêkhatan jî bikîn armanca serekiya xwe ku eve jî cewhera ola pîroza Îslamê ye.”
Di dawiya mesaja xwe de serok Barzanî diblje: ”Herwesa dixwazim gelê me herdem yekrêzî û yekhelwestiya xwe di meseleyên çarenussaz de, ji bo gihiştina tevahiya mafê rewayên me di çarçoveya îraqeke federal û demokratîk û hikûmeteke hevbendîya nîştimanîya rasteqîne ku hemû aliyek têda beşdar bibin, biparêze.