Pêkanîna hêza parastina saziyên patrola Kurdistanê
Duhî sêşemiyê 10.08.2010ê li dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê bi amadebûna Fuad Hisên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê, Kerîm Şengalî wezîrê navxoya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa serokê fermangeha pêwendiyên derveya hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûna hejmarek ji birêvebirên fermangeha pêwendiyên derve, civînek digel konsol û dîplomatkarên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê hate saz kirin.
Di destpêka civînê de Felah Mistefa bi xêrhatina amadebûyan kir û sazdana vê civînê bi girîng wesif kir û got ku êdî her meh civîneke bi vî awayî dê digel dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê saz bikin.
Paşî wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê behsa wan tewsiye û rênîşanderên nû ku ji aliyê serokayetiya herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê ve sebaret bi damezrandina hêza parastina navgîn û saziyên neftê yên herêma Kurdistanê derketine kir û balkişand li ser wê yekê ku damezrandina vê hêzê bi mebesta baştir organîzekirina parastina saziyên neftê ye û ev hêz ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve tê serpereştî kirin.
Paşê Fuad Hisên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê sebaret bi pêvajoya siyasî ya niha ya Iraqê axaft û balkişand li ser wan astengên ku têne pêşiya proseya siyasî û hewldana berdewama hêz û qewareyê siyasî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû da xiste rû.
Serdana Nurî Malikî serokwezîrê Îraqa federe bo herêma Kurdistanê mijareke dina axaftina Fuad Hisên bû.
Di dawiyê da dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê nêrînên xwe sebaret bi naveroka civînê ve xistin rû û çendîn pirsiyar jî pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinêye ku nûnerê Amerîka, Rûsya, Fransa, Tirkiye, Komara Îslamî ya Îranê, Almanya, Britanya, Koriya Başûr û Neteweyên Yekgirtî (Unamî) di vê civînê de amadebûn.