Civak

Li Rihayê 350.000 kes xwendin û nivîsandinê nizanin

Li Bajarê Rihayê 350 hezar insan, xwendin û nivîsandinê nizanin. Li gora hêjmara rûniştvanên bajarê Rihayê ji çara yek nikare bixwîne û binivîsîne. Di cîhanê de ev dem dema teknolojiyê tî navkirin, lê mixabin hêjî bajarek wek Rihayê 350 hezar insan nikarin bixwînin û binivîsînin.Ev rastiya tehliyek mezin ya civakiye.

Ew kesên ku temenê wan li ser 6 salî ne û xwendin û nivîsandinê nizanin li Rihayê ji % 15 e. Li gora agahdariyên parêzgerê Rihayê Nurî Okutan dide, her sal 55 hezar zarok dest dibistanê dikin, lê cardin 350 hezar kes xwendin û nivîsandinê nizanin. Hijmara rûniştvanên herêma Rihayê milyonek û 613 hezar kese. Ew kesên xwendin û nivîsandinê nizanin ji % 77.9 jinin û ji % 22.1 jî zilamin.

Li gora agahdariyên Okutan dide, li Bajêr 350 hezar xwendin û nivîsandinê nizanin, lê 650 hezar kes jî dibistana seretayî ne qedandine. Okutan dibê je ku, ji berî her tiştekî dive em sere xwe vê yekê re biêşînin û Rihayê ji vê rewşê derêxin.

Back to top button