Polîtîk

Bereya Turkmanî:Dema meddeya 140-ê derbas bûye

Endamê bereya Turkmanî Erşed Salih di daxûyanîyeka taybetî de ji PNA re ragihand, ku nabe lîsta Eliraqîyye, Îtilafa Dewleta Qanûnê û Îtilafa Niştimanîya Iraqî xwe nêzîkî maddeya 140-ê bikin.
 
Erşed Salih weha jî got, ku heger behsa maddeya 140-ê û Kerkûkê hat kirin, dê wê demê wan nerîna xwe ya cuda hebe, belê heta niha di guft û goyan de behsa maddeya 140-ê û Kerkûkê nehatiye kirin.
 
Erşed Salih weha jî da zanîn, ku wan 6 endam di nava lîsta Eliraqîyye de hene.
 
 Dema maddeya 140-ê bi dawî bûye û gerek carek din behsa vê maddeyê nehê kirin.
 
Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Muhemmed Kemal jî yê ku ser bi lîsta Bratîya Kerkûkê ve ye ji PNA re ragihand, ku maddeya 140-ê maddeyeka destûrîye û dema wê bi dawî nebûye.

 

Nûçe: PNA – Hêmin /Kerkûk

Back to top button