Civak

Ayşe Mamo: Birayê min li ku ye?

Foto: Ji rapora Amnesty International hatiye çêkirin

Li gorî nûçeya malpera SKS  Ayşe Mamo, xwişka girtiyeke Kurd ku di zindanên Suriyê de wenda ye,  alîkariyê  ji komeleya navnetwî ji bo piştgiriya Kurdan li Suriyê (SKS) ji bo naskirina rewşa û cihê birayê wê  Tehsîn Mamo ku di zindanên rejîma Sûrî de wenda bû ye.

SKS radigihîne ku Ayşe ya li Almanyayê dijî gotibû: “Ezê her tiştî bikim ta ku zanibim birayê min li ku ye. Ez her roj bi wî difkirim, ez gelek birya wî dikim”.

Tehsîn Mamo /Foto:sks.org

Tahsîn Mamo di sala 1980 de li Efrînê ji dayîk bû ye, zewiciye û zarokeke wî heye. Ew li Helebê dijiya.

Ew û çar kesên din di dawiya çileya paşîn sala 2007 de hatibû destgîrkirin, ew ji aliyê hêzên sixurya leşkerî, piştre biribûn şagê ewlekariya leşkerî li helebê û ji wir rakirin şaga lêkolînê ya ewlelkariya leşkerî li Şamê, heya niha jî cihê wî ne diyar e.

Li gorî rapora dawî ya rêxistina Lêborîna Navnetwî a bi navê “Your Son is not here” derrbarê girtiyên wenda di zindana Sêdnaya ya leşkerî de,  di adara 2010 de wezîfedarekî li avahiya polîsa leşkerî li Qabûnê/Şamê ji bo merivekî Tehsîn re gotibû ku serdan ji bo Tehsîn qedexe ne û ti agahî derbarê cihê wî nedabûn.

Amnesty, di heman raporê de, didomîne ku  di 20 nîsanê de jî şaga Felestînê li Şamê ji malbata Tehsîn re gotibûn ku serdana wî qedexe ye lê dîsa ti agahî nedan wan.

Zinar Ala

 

Çavkanî:

1) supportkurds.org

Back to top button