Cîhan

Washington Post: Kurdên Iraqê hatine piştguhxistin

Rojnameya Washington Postê di gotareke xwe de dibêje: “Amerîka şanazî bi wê yekê dike ku kurd ji komkujiya Sedam Hisênî rizgar kiriye lê di stratêjiya nû ya Washingtonê ya bo Iraqê de, Herêma Kurdistanê ku tê de 5 heta 6 milyon kurd hene, hatine piştguhxistin.”

Di raporeke xwe de Washington Postê amaje bi siyaseta Obama li hemberî gelên Rojhilata Navîn kir û got: “Destpêşxeriya serok Obama li hemberî gelên Rojhilata Navîn ji gotar û bangawaziya xêrxwezî zêdetir nîne û ji ber ezmûna kêm têgihîştineke wî ya kûr nîne ji bo pêkhateya mirovan wê navçeyê ku bi destê milmilaneyên neteweyî, etnîkî dinale.”

Di dirêjiya gotarê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku hêzên Amerîka xwe bo vekişîna ji Iraqê amade dikin û ji ber wê yekê jî metirsiyek bo paşeroja wî welatî çêbûyê û wiha hate gotin: “Kurd kêmine ne û ji %17’ê akinciyên Iraqê pêk tînin. Washington girîngiyeke zêde nedaya wê destpêşxeriya hêminane ku kurdan kirine û xwestine Amerîka pêwendiyeke bihêz û rasterast digel Herêma Kurdistanê bike ku Mesûd Barzanî serokatiya wê dike. Bo

berpirsên dewleta Obamayî berdewam dewleteke merkezî baştir bûye ji wê ku Barzanî bo damezrandina desthilateke navçeyî ku dest bi ser petrol û çavkaniyê sirûştî de bigire.

Gotara Washington Postê bi wê pirsê didome; “Niha dema wê hatiye ku karbidestên Amerîkayê j ime re bibêjin; ‘Pêwendiyên domdirêj ên Amerîkayê digel kurdan tê çi wateyekî?”

Washington Post dibêje: “Sedemeke stratejÎk heye bo wê yekê ku Amerîka girîngiyeke zêde hewlên kurdan li ser biryardayîna ji bo ayînde û mafê çarenûsa xwe. Ev ji bilî wêyekê ku cografyaya Kurdistanê girîngiyeke mezin bi Kurdistanê bexşiye. Ew dike li ser du welatên cîran ên wê yên neereb wek Tirkiye û Îranê bike.”

Di dawiya gotarê de wiha hatiye gotin: “Ji ber vê yekê cenamê serok, niha dema guncan e ji bo awirdayîn li kurdan û daxwazên wan. Îsraîl û kenara rojavayê tenê cihên Rojhilata Navîn nînin ku di salên dahatû yên serokatiyê de hêjarê serdankirinê bin.”

 

(Wavîn)

Back to top button