Dosya

Kemal Burkay:Ev guhartin piçûk be jî baş e, dive em jê ra bêjin erê.

Li ser referandûma ku wê di 12’yê Îlonê da çêbe raya min erênî ye. Weki eyan e, demekî berê di Parlamena Tirkîyê da hin bendên Destûrê (Zagona Esasî) hatin guhartın, lê divê pêşkîşî raya gel be, piranî jê ra bêje erê, da ku ew guhartin temam bibe.

Ev guhartin di parlamenê da bi giranîya dengên AK Partîyê derketin. CHP û MHP dij derketin.
 
BDP jî di parlamenê da piştgirîya vê guhartinê nekir, got di vê guhartinê da tiştek ji bo Kurdan tune. Nuha jî gazî Kurdan dikin ku neçine ser sindoqan û deng nedin.

Bi raya min ev helwest şaş e. Belê, di vê guhartinê da rasterast ji bo daxwazên Kurdan tiştek tune. Lê ev guhartinên demokratik in û ji bo Kurdan jî baş in. Wek nimûne, hin guhartin ji bo mafên jin û zarokan in. Hin ji bo mafên xebatkaran in.

Her usa di guhartinên dinê da jî kara Kurdan heye. Bi van guhartinan kesên esker ji bo curmên xwe yên ne eskeri wê di dadgehên siwil (yên medenî) da bên dadgehkirin. Ew eskerên ku dijî Kurdan ewqas curm kiribûn heya nuha di dadgehên eskeri da bi rehetî berat dikirin. Ne baş e ku ew biçin pêş dadgehên sîwîl?..

Dîsa, rewşa sazîyên dadî yên bilind li Tirkîyê xuyani ye. Ev sazî gor destura heyî usa hatine avakirin ku, dikarin rê li ber hemû guhartinan bigrin. Ew parêzgerê vê sazumana zordest û neheq in. Wek nimûne, Dadgeha Destûrî (AYM) kîngî bixwaze biryarên Parlamenê betal dike, gelek caran rê nade guhartina Destûrê. Ango sazûmana heyî, statûkoyê diparêze. Ew Sazîya bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK) jî usa ye, gor kêfa xwe bi qedera dadger û dozgeran dilîze. Me dît çawa dozgerê Şemdinanê ji kar avêt, heya nehişt ku parêzgeriyê (Awûqati) bike… Heya nuha van sazîyên dadî yên bilind endamên hev û du hildibijartin û di wan da tu guhartin çênedibû. Lê nuha bi van guhartinên dawi, tesîra parlamenê û bi hezaran dadger û dozgerên jêrê zêde dibe. Ev jî guhartineke baş e, demokratik e.

Em Kurd ku dıxwazin guhartin çêbe, her usa di Destûrê da guhartinen mezin çêbin, divê em ji bo van guhartinan jî kêfxweş bin, ji ber ku ew rê vedikin ji bo guhartinên mezin.

Her usa jî, bi vê guhartina dawi ew dîwara parastinê ji bo berpirsîyarên 12 Îlonê radibe. Ev yek jî gelek girîng e. Ji herkesî zêde Kurdan di dema cunta eskerî da zulm dîtin, hatin êşandin. Divê Kurd bi vê guhartinê jî gelek kêfxweş bin.

Bona vê yekê ez li gel vê guhartinê me. Ev guhartin gor dilê me nebe, têr neke jî baş e. Divê em bêjin erê û disa, ji bo guhartineke mezin ku tê da nasnama û mafên kurdan yên esasi hebe, kar û xebata xwe bimeşînin.

Ji helwesta CHP û MHP jî xuya dibe ku ev guhartin tiştekî baş e. CHP û MHP ku kemalist û şovenist in, dijî guhartinê û mafê Kurdan in, ji vê guhartina dawi ya Desturî gelek aciz in. Ne tenê ew, leşker jî aciz dibe, Ergenekoncî jî aciz dibin. Evana vê dawiyê hewl didin ku alozî çêkin, bi gelek provokasyonan xelkê aciz bikin û pêşî li guhartinê bigrin.

Ger hin çepê Tirkan jî dijî vê guhartinê derdikevin, ew ji Kemalistiya wan e. Ew gelek waxt e ku ev çepên han ketine rêyeke şaş û qedera xwe bi Kemalist û şovînan ra girêdane.

Lê ger PKK û BDP jî îro dijî vê guhartinê derdikevin, bi zanetî yan bi nezanî, şaşîyeke mezin dikin. Bi vî awayî li tenişta CHP û MHP, li tenişta Ergenekonciyan cîyê xwe digrin. Ev helwest dijî mafê Kurdan e û dijî demokrasîyê ye.

Kemal Burkay
6 tebax, 2010

 

Back to top button