Serok Barzanî careke din tekîd li yekrêziya kurdên rojava kir
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, li Selahedînê digel şandeeyeke Desteya Bilind ya Kurdên Suriyeyê civiya û daxwaz jı kurdên rojava kır ku, yekdeng û yekgirti bin da bikarin mafên xwe bidest bixin.
Di civînê de, şandeya Desteya Bilind ya Kurdên Suriyeyê gelek bi hurî behsa pêvajoya siyasî, leşkerî, emnî û aboriya Suriyeyê bi giştî û rewşa kurdên rojava bi taybetî kir. Herwesa behsa têkeliyên kurdan digel opozisyona Suroyeyê jî kir.
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Suriye dûpatkir û got ku, pêwîste hêz û aliyên nav Desteya Bilind ya Kurdî yekêtî û yekrêziya xwe bıparêzin û rê li her helweldaneke bibe sedema têkçûna wê yekrêziyê bigrin. “Ji ber ku, kurdên rojava bi parastina yekrêziya xwe dikarin maf û daxwaziyên xwe bi dest bixin.”
Rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê mijareke din ya vê civînê bû û şandeya Desteya Bilind ya Kurdên Suriyeyê, ji bo wê girîngîdana berdewam û wê alîkariya bo penaberên rojava li başûrê Kurdısanê tê kirin, spasiya serok Barzanî û xelkê başûrê Kurdistanê kirin.
Serok Barzanî jî ew girîngîpêdan û alîkari bi erkekî mirovî û neteweyî yê gelê kurd da zanîn.