Rewrismek ji bo Ihsan Şener
Li avahiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Stockholm, rewresmek ji bo taziya Ihsan Şener pêkhat. Gelek kurd, rewşenbîr, siyasetmedar û di taziyê de amade bûn.
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê jê peyamek pêşkêş kir. Payam ji aliyê serokê Komîteya Hevkarîyê Şefik Kaya ve hate xwendin. Ex deqê peyamê ye:
Ji bo malbata ÎhsanŞener,
Rêzdar malbata rihmetî M. Îhsan Şener,
Rêzdaran dost, heval û hogirên wî.
Em xemgîn in ku welatparêzekî hêja koça dawîn kiriye. Mirovperwer, welatparêz û xebatkarê doza azadiya miletê kurd, siyasetmedar Mihemed Îhsan Şener di encama nexweşînekê de, roja 6ê Sibata 2013an çûye ber dilovaniya Xwedê.
Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, xemgîniya malbata wî, ya dost û hevalên wî bi xwe re parve dikin.
Rihmetî M. Îhsan Şener, di nav tevgêra rizgarîxwaziya netewî de kadirekî çalak bû. Hetanî dawiya jiyana xwe jî, di nêv Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî de, wek nûnerê Vejînê, xebateke hêja dikir û heta ku laşsaxiya wî dest dida jî, wek berpirsê aborî yê Komîteya Hevkarî xebata xwe didomand.
Em, kurdperweriya Îhsan Şener, xebat û xizmeta wî ya hêja ku ji bo azadiya miletê kurd û Kurdistanê kiriye, ji bîr nakin. Em wek hevriyekî dilsoz û kadirekî hêja li xebat û fedekariya wî rêz digrin, em lê xwedî derdikevin û ew dê di têkoşîna azadiya neteweyê me de her bijî.
Bila serê malbata gorbehişt, serê dost û hogirên wî û miletê kurd sax be!
Bila rihê wî şad, cihê wî jî behişt be!
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê