Serok Barzanî ber bi Waşîngtonê ve bi rê ket
Bi vexwendineke fermî ya Barack Obama serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîkayê, duhî roja îniyê 22.01.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li gel şandeyekê ku ji çendîn berpirsên herêma Kurdistanê pêkhatibû, Hewlêra paytext bi cih hişt û bi mebesta sazdana hevdîtin û civînan li gel serok Obama û cîgirê wî Jo Baiden û hejmarek ji berpirsên amerîkî berev Washingtonê bi rê ket.
LI dor vê serdana serok Barzanê, Fuad Hisên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê di daxûyaniyek da ragihand ku ev serdana serok Barzanî ya bo Amerîkayê li ser vexwendineke fermî ya serok Obamaye û ev serdan komek hevdîtin û civînên li gel berpirs û endamên her du Encumena Pîran û Kongresa amerîkî li xwe digre. Herwesa Hisên got ku serok Barzanî dê di vê serdana xwe ya Washingtonê de li gel çendîn navendên hizrî semîner û civînan pêkbîne û li gel kanalên medya û ragihandinê jî hevdîtinan saz bike.
Di dirêjiya daxûyaniya xwe de Fuad Hisên got ku tê pêşbînî kirin serokê herêma Kurdistanê di wan hevdîtin û civînên ku, li Washingtonê pêktîne, behsa çendîn pirsên girîng bike ku bi rewşa niha ya Iraq û proseya hilbijartinên giştî yên Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê ve pêwistin, her wiha pirsa pêwendiyên di navbera Iraq û Amerîka û pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîka jî li vê çarçoweyê da bi girîngî dixine ber behs û her wiha nêrîn û raya helwesta serkirdayetiya Kurdistanê li hember van pirsan de dixe rû.
Hisên balkişand li ser wan pirsên helawestiyên di navbera hikûmeta Federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de û rola Wîlayeta Yekgirtiyên Amerîka li yarmetîdana ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan li demê pêşerojê de, beşeke girîngê hevdîtinên serok Barzanî li gel îdareya Amerîka da pêktînin.
Herwesa behsa pêvajoya niha ya navçeyê jî bi awayeke giştî ew mijar dibin ku serok Barzanî di civînên Washingtonê de li gel berpirsên Amerîkî nîqaş dike.