Li Tirkiye qelha kemalîstan: Dadgeha Qanûnî
Enqere – Ji berî niha demekî hukumetê bi biryara parlementoyê qanûnek guhert û li gora qanûna nû dadgeh û dozgerên sivîl dikarin dozê di derbarê leşkeran de vekin û ew leşker derkevin himber dadgehên sivîl û bêne darizandin. Vê yekê rê li general û kesayetên lêşkerî vedikira dema tawanekî bikin ji teref dadgehên sivil ve, wek her hemwelatiyekî bêne darizandin. Ev guhertin ji bo demokratîzekirina Tirkiye gavek gelek pêşketî hatibû nirxandin û rê li gelek tevgerên tarî yên leşkeran digirta.
Di serî de leşker û CHP ji vê yekê gelek nerihet bûn. Piştî ev qanûn hate guhertin dozeran gelek doz dijê leşkeran vekirin û leşker hêdî ji bo tawanên xwe di dadgehên sivîl de dihatin darizandin. Lê CHP-ê îtiraz kir û got ev qanûna hukumetê parlementoyê re derbas kirî ne li gora destûra bingehîne û ji bo ev qanûn bête îptalkir serî li Dadgeha Qanûnî da. Dadgeha Qanûnî biryar da ku ev qanûn ne li gora destûra bingehîne û divê bête îptalkirin. Li gora biryara Dadgehê ew qanûn hêdî derbas nabe.
Li Tirkiye parlemento qanûna çêdike, lê Dadgeha Qanûnî ku 11 endamên wê hene dikare biryara parlementoyê qebûl neke û ji holê rake. Endamên vê dadgehê piranî di dema serokkomarê berê Ahmet Necdet Sezer de hatine tayin kirin û kesayetên kemalîstin û herweha piraniya wan ne hukukzanin jî. Ew biryara temamî siyasî didin û îro astenga herî mezin e, di rêya guhertinên qanûnî de, dezgeha herî mezin û xwedî desthilat e ku,satatuquya heyî diparêze. Herweha ev dadgehe ku biryara girtina partiyên siyasî dide.