Civak

Hasan Ertaşî xelata Fadîma Şahîndalê wergirt

Xelata Fadîma Şahîndalê ya îsal Hasan (Loqman) Ertaşî wergirt. Ev sala sisiyan ku xelata Fadîme Şahîndalê ji terefê ”Fonda Fadîmeyê” ve ku di bunyeya Weqfa Olof Palmeyî de ye tê dayin.

Xelata ku ji 30.000 (sîh hezar) kronî pêk tê duhî (21-01-2010) li salona lîseya taxa Tenstayê ji terefê Micke Dalbergyê serokê ”Fonda Fadîmeyê” ve hat dayin. Civîna xelatwergirtinê ji terefê seroka ”Jinên Sosyaldemokrat” Nalîn Baksiyê ve hate birêvebirin.

 

Piştî xelatwergirtinê Hasan (Lokman) Ertaşî jî axaftineke bi swêdî kir. Em li jêr kurmanciya axaftina wî bi tevahî belav dikin:

 

Mêvanên hêja;

 

Ji bo min rûmeteke mezin e ku ez vê xelatê werdigirim. Di jiyana min a derbasbûyî de, tu carî ne hêsan bû ku min ji hin mêran re qala mafê jinan bikiraya. Gava em li Kurdistanê bûn, me ji bo wekheviyê û ji bo mafê kurdan xebat dikir. Lê gava em hatin Swêdê, em hatin guhertin. Teva wê jî her gav dikarîbû ew adetên me yên li Kurdistanê derketina pêşberî me. Gava hin kesan qala wekheviya keç û lawan dikir, me gazin ji wan dikir ku ew bûne swêdî.

 

Gava keça min biryara xwe da û bi rêya xwe de çû, ev ji bo min jî bû nuxteya xweguharînê. Ez dizanim gelek kurd weha difikirîn ku ez nikarim malbata xwe kontrol bikim û ez kesekî lawaz im. Divê mirov tercîha xwe bikiraya. Min karîbû jiyana keçên xwe ya serbixwe mahkûm bikiraya û jiyana wan a mayî biherimandaya. Heger min weha bikiraya, min ê teqdîra hin kesên dinê werbigirtaya, lê min tercîha xwe li ba keçên xwe danî û ez bi awayekî vekirî li ser tadeyên li ser jinan bi wan re peyivîm.

 

Verdandiyê ev îmkan dan min ku ez karibim bi pirsên di vî warî de mijûl bibim. Di vê çerçeweyê de min bi gelek kesan re hevdîtin pêk anîne ku ew xwediyê heman arîşeyan in. Ev xelata hanê nîşan dide ku tiştên ez dikim bi dilê civatê ye.

 

Gelek proje têdikoşin ku ew li dijî şîdeta zilaman ya li hemberî jinan e. Gelekî giring e ku jin karibin xwe li hemberî vê yekê biparêzin û ji bo wê jî divê alîkariya wan bête kirin. Gelekî girin e ku jin û zarok bi ewleyî karibin di nav malbata xwe de bijîn. Û ev jî girin e ku piştgiriya mêran bite kirin ku ew cesaret bikin da rewşa xwe biguherin û ji bin zixta gotinên civatê xelas bibin û karibin têkiliyên nuh ava bikin.

 

Me di bunyeya Verdandiyê de toreke têkiliyên di vî warî de ava kiriye û hata niha zêdeyê sed zilamî di nav vê hewildayinê de ne. Ez bi yekê serbilind im ku me têkiliyeke weha ava kiriye. Serê ew qas sal in ku bi zanistî û hejmareke weha hatiye mewcîdê û mezintir dibe. Em ji pêşerojeke xweşbîn bawer dikin ku em ê karibin bi rêzgirtin bi endamên malbatê re ava bikin. Sipas ji bo Fonda Fadîmeyê.

 

Back to top button