Civak

serok Barzanî 8-ê adarê li jinên Kurdistanê pîroz kir

Daxûyaniya serokê Kurdistanê:

Bi minasebeta 8-ê adarê roja cîhaniya jinan pîrozbahiyên germ pêşkeşî jinên Kurdistanê, Îraq û Cîhanê dikim û hêvî dikim ev bîranîna han bibe sedema vê ku jin di têkoşîna xwe ya ji bo bi dest xistina mafên xwe hîn zêdetir bi îsrar bin.

Îro jin di Kurdistanê de li bin siya ezmûna demokratîk a heyî de pêgeha xwe bi dest aniye û piraniya mafên wan jî hatine garentîkirin, ev jî destkefteke gelek mezine ku berhema xwîna şehîdên jin û mêr yên kurd weke Leyla Qasime, Leyla Qasim yek ji wan jinên qehremane ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe feda kiriye.

Jinên Kurd di nava tevahiya Şoreşên Kurdistanê de hevkariya bira, bav, û hevalên xwenî pêşmerge kiriye û çek daniye ser milê xwe û parastina hebûna gelê xwe kiriye, ji ber vê yekê jî heta ku gel xwedan jinên bi vê rengî be bêgoma ev gel hertim zindî û serkeftiye.
Bi minasebeta vê bîranîna han piştgîriya xwe ya ji bo têkoşîna jinan û beşdarî kirina jinên kurd di nava prosesa siyasî û biryar dayîna hikûmeta Kurdistanê de û nehêştina şêdetê a li dijî jinan eşkere dikim.
Careke din pîroz be 8-ê adarê roja cîhaniya jinan
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî
8ê Adara 2010

Back to top button