Li Silemaniyê di 24 rojên propaganda hilbijartinê de 36 kes birîndar bûn
Silêlmanî – Destpêk û dawiya propaganda hilbijartinan li Silêmaniyê, şerê alîgirên lîstên rikeber bû, ji ber ku di şeva yekem ya destpêkirina propagandayê de, li qazaya Seyîd Sadiq, alîgirên Lîsta Goran seet 2ê şevê, dema mijûlî daliqandina posteran bûn, ji aliyê Polîsên berpirsên Komîta wî bajarî teqe li wan hat kirin û birîndar çêbûn. Pevçûna navbera alîgirên ‘Goran – YNK’ û ‘Goran – PDKê’ di roja berî bidawîhatina propagandayê li Silêmaniyê de, 9 birîndar şandin nexweşxanê.
Goran: Zêdeyî 30 birîndarên me hene
Şer û pevçûnên Silêmaniyê ku piraniya wan rûbirûyê Tevgera Goran bûn û di encam de bû sedem ku jimareyek birîndar bin, tûşî Hevpeymaniya Kurdistanê jî hat, Îslamiyan jî baca ser cadegirtinê dan. Nûnerê Tevgera Goran li Buroya Silêmanî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Dana Nurî, diyar kir, di dema propagandayan de, lîsta wan herî zêde zirar dîtiye û wiha axivî: “Roj û şev nebûye ku bi alîgirên me re şer nehatibe kirin. Me zêdetî 30 birîndar hene. Her zarokekê ku ala Goran bi bîskleta xwe daliqandibe, gef jê hatiye xwarin.”
Dema herî nexweş bo Tegera Goran şeva 16ê sibata 2010an bû, dememkê ku di nav bajarê Silêmaniyê de 6 birîndar û girtî dan. Fraksyona Goran li Parlamenê Herêma Kurdistanê, hêza dijî teror ku wan bi ‘Mîlîşyayên Celal Talabanî’ binav kirin, wek encamderên wê êrîşê tometbar kir. Lê Hêza Dijî Terorê dibêje, ew ne karê me bû.
Lê Endamê serkirdayetiya YNKê Arif Ruşdî, ew gotinên wî çalakvanê Goran red dike û diyar dike: “Ji hemûyan zêdetir gef ji YNKê hat kirin.” Bi baweriya Arif Ruşdî, YNKê ji ber lêborînê êrîşên ser xwe mezin nekir û eşkere kir: “Di wê rewşê de divê lêborîna me hebe, giring ew e ku em dixwazin rûyekî bedew yê demokrasiyê nîşan bidin.”
Di êvariya dawî ya propagandayan de, hemû hêz û aliyên rikeber ketin ser cadeyan û kesê dest ji cadan berneda. Li Qezaya Helebce ya Nû, alîgirên YNKê û Goran ketin canê hev û şer û teqe derket holê û 7 kes birîndar ketin, yek ji wan zarokekî 8 salî bû. Rêveberê Polîsê Helebce ya Nû Raîd Kemal Fetah, bo Rûdawê wiha axivî: “3 birîndaran nexweşxane bicîh hiştine.” Di dawiya dema propagandayê de, şer û pevçûna alîgirên lîstan giha nav şahiya zerpoşên pêşberî Liqa 4 ya PDKê û li wir jî dû rojnamevan ketin ber êrîşê, alîgirekî Goran jî bi sivikî hat birîndarkirin. Berpirsê Buroya Hilbijartina Taya 4 ya PDKê Arî Qeredaxî, red kir ku wan êrîşî ser tu kesî kiribe û da xwiyakirin: “Şer hat pêşberî liqa me jî, herçiqas demek dibe em xwe ji şer diparêzin.” Lê Rojnama Hawlatî û televizyona KNN ragehandin, ku ji aliyê pêşmergên Liqa PDKê nûçegihan û kamerayên wan ketin ber destdirêjiyê, piştre Berpirsê Liqa 4 ya PDKê bi xwe kamera û alavên KNNê birine navenda xebata wan. Lê sernûser û Rojnama Hawlatî ragehand, ewê li ser Liqa 4 ya PDKê şikayetnameyekê tomar bike.
Ziyana herî zêde ku ji PDKê ket, êvariya roja 24ê sibata 2010an bû, demekê ku di yekemîn propagandayê de li hundirê bajar, li cada Tuy Melik li pêşberî binkeyeke propaganda ya Goran ketin ber êrîşê. Li gor gotina berpirsekî PDKê, di wê êrîşê de 10 kes bi sivikî hatin birîndarkirin û xesareke zêde giha otombîlên wan. Berdevl Goran diyar kir, YNK li piş wê êrîşê bû, Berpirsê Liqa 4 ya PDKê jî da xwiyakirin, ew tu aliyekî bi wê êrîşê tometbar nakin û kesên êrîş kirin têkder bûn.
Tenê Lîsta Komela Îslamî bê birîndar qada propagandayê bicîh hêla. Di vê derbarê de, endamê Polîtburo ya Komela Îslamî, Zana Rustayî, nerînên xwe wiha anî ziman: “Rast e birîndarên em tunebûn, lê gef ji Kadro, alîgirên me hatiye kirin û êrîş bo ser nûçegihanên dezgehên ragehandina me hatiye kirin.” Zana Rustayî ku berpirsê Dezgeha Hilbijartina Komela Îslamî ye jî, di berdeamiya axavtina xwe de wiha axivî: “Çend roj berî bidawîhatina propagandayê, li Kelarê çekdarekê teqe ji karwanê propaganda me kiriye.”
“Hikûmet bêalî nebû”
Yekgirtû ya Îslamî ku gelek ji Komela Îslamî berfirehtir propaganda dikir, propagandakerekî wê jî di dawiya meha borî de hat birîndarkirin, bûyer demekê çêbû ku endamê Yekgirtû bi ser stuneke elekterîkê mijûlî daliqandina posterê lîsta xwe bû, otombîlekê xwe lêxist û navbirî avêt xwarê û birîndar ket. Taha Soleyî ku berbijarê Yekgirtû li Silêmaniyê ye dibêje: “Me jî zirar dît û em bi silametî derbas nebûn.” Navbirî eşkere kir: “Gelek bêrêzî bi em hat kirin gef ji me hat kirin û tomet li me dan.” Soleyî di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir: “Di wê propagandayê de Hikûmet bêalî nebû, baş bû tiştên mezintir çênebûn.”
Bihev re ne nerm bûn, li Silêmanî lîstan li hev nedikir, bo piraniya çavdêran tiştekî çaverêkirî bû, ji ber ku di hilbijartina vê carê de, piranikya lîstan dixwast hêza xwe ya herî zêde nîşan bidin.”
Di 24 rojên propagandayê de 36 kes di şerê navbera alîgirên lîstan de birîndar ketine. Li gor gotina Nûnerê Tevgera Goran li Buroya Silêmanî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Dana Nurî, 30 kes ji wan birîndaran Goran in û Yekgirtû ya Îslamî jî birîndarek û PDKê jî 3 birîndar û YNKê birîndarek heye, ji xeynî rojnamevana ku rûbirûyê lêdanê hatine. Herçiqas jimara şeran, gelek ji jimara rojên propagandayê zêdetir in. Lê Berdevkê Lijneya Parastina Silêmaniyê Zana Mihemed, eşkere dike: “Heta radeyeke baş em di parastina ewlekariya dema propagandayê de serkevtî bûn.” Di berdewamiya axavtian xwe de diyar kir: “Ew şer û pevçûnên ku gilîname li ser wna hatiye tomarkirin, piştre dê dadgeh derbarê wna de biryarê bistîne ku kî tawanbar e û hemû sucdar jî li gor yasayê dê werin cezakirin.”
(Rudaw)