Serok agirê Newrozê pê xist
Bi amadebûna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend berpirsên pile bilindên herêma Kurdistanê ahengek bo pîrozkiirna cejna neteweyîya Newrozê hate sazkirin.
Ev ahenga cemawerî li parka Şaneder a bajarê Hewlêrê hate sazkirin û gelek kes ji herêma Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Îranê û herwsia parçeyên din ên Kurdistanê beşdarî tê de kiribûn. Di vê ahengê de stranbêjên navdarên Kurd Nasir Rezazî, Nazdar û Mahir beşdar bûbûn.
Aheng ji danê piştî nîvrojê dest pê kir û berdewamîya festîvala îsal a Newrozê bû ku ji 10 Adarê ve dest pê kiribû.
Piştî destpêbûna ahengê û pêşkêşkirina ahengan ji alîyê stranbêjan ve û di dema roj avabûnê de, serokê herêma Kurdistanê ber bi cihê meşxela Newrozê ve çû û bi destê xwe agirê Newrozê ya îsal hil kir.
Piştî hingê jî yarîyên agirîn li esmanê paytextê herêma Kurdistanê dest pê bû û aheng li ser akrê xwe berdewam bû.