Başûr çi ji bo rojavayê Kurdistanê dike?

Cemal Welî, ku di salên 50yên temenê xwe de ye û bextreşiyên jiyanê li ser rûyê wî tên dîtin, li ber wê erebaneyê rûniştiye ku materyalên elektrîkê li ser difiroşe û dibêje: “yê ku kurd be, zilam be, na be ji bîr bike ku kurdên Tirkiyê û Îranê di koçberiyê de ji me re kirin, de bila em jî wiha bin li hember kurdên sûrî.”
Di koça milyonî ya buhara 1991 de kurdên rojhilat û bakurê Kurdistanê dehan hezarên malbatên başûrê Kurdistanê hembêz kirin, ku ji destê rêjîma Sedam Husên reviyabûn.
Hevwelatî dibên na be Herêma Kurdistanê pişta xwe bide kurdên ku ji parçên din ên Kurdistanê ji tirsa rêjîmên xwe direvin û tên vir, nemaze kurdên rojavayê Kurdistanê.
Burhan Mihemed, rûniştiyê bajarê Kelar, derbarê alîkariya Herêma Kurdistanê bi kurdên rojava re, dibêje: “Herêma Kurdistanê dê-bavê hersê parçên din ên Kurdistanê ye, lewma divê li hawara wan here û alîkariya wan bike.”
Rojane çend welatî û leşkerên kurd ji rojavayê Kurdistanê ji tirsa rêjîma Beşar Esed, ku ev saleke gelê wî li dijî wî rabûye ser piyan, direvin û berê xwe didin herêma Kurdistanê.
Ew germiya ku li ser asta giştî heye, heya cihekî di beşekî berfireh yê medyaya kurdî de jî tê dîtin çi medyaya partîzanî be yan sivîl, lê rêxistinên sivîl û partîzanî ku di bextreşiya Wanê de bilez û bez bûn, heya niha bo alîkariya kurdên rojavayê Kurdistanê kêmtir tevgeriyane, di demekê de ku ciwanên başûrê Kurdistanê li ser Facebookê çend rûpelên piştgiriya kurdên rojava vekirine.
Wek çavdêrekî siyasî dibêje, heya niha siyaseteke hikûmeta Herêma Kurdistanê ya zelal li hember kurdên rojava tune û siyaseta ji ya Bexdayê nêzîk e. Serokê sentera Kurdistanê bo lêkolînên stratejîk Ferîd Eseserd ji Rûdawê re got: “Helwesta Herêma Kurdistanê wek dewlet ne zelal e, lê alîkariya kurdên rojava kiriye û hewl daye wan bike yek da ku di siberojê de rola wan hebe.”
Di Sibata borî de, bi çavdêriya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li bajarê Hewlêrê kongreyeke revenda kurdên rojava ku li Ewropa dimînin, hat sazkirin.
Mamosteyê zanîngehê Dr. Yûsiv Goran vê kongreyê û daxuyaniyên Barzanî derbarê kurdên rojava wek “piştgiriyeke pir baş” dibîne.
Tiştê ku erkê herêmê girantir kiriye, li tenişta piştgiriya siyasî divê du erkan bicî bîne, hewldana ji hev nêzîkirina partiyên siyasî yên kurdî û ji hev nêzîkirina Encûmena Niştimanî ya kurdî ji Civata niştimanî ya sûrî.
Encûmena niştimanî ya kurdî li Sûriyê ji 11 hêzên kurdî pêk tê ku di 26.10.2011an de hat damezrandin û yek ji mezintirîn partiyên kurdî li derveyî encûmenê ye, yanî Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ku nêzîkî PKKê ye.
Helwesta partiyên başûr
Peyvdarê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir, derbarê helwesta Yekgirtuya Îslamî got: “Me gavên pêwist avêtin û tiştê ji me hatibe me hewl daye di çarçoveya şoreşa niha ya Sûriyê de şûna kurdan jî hebe û hevdengiyê di navbera kurd û erebên sûrî de çêbikin.”
Babekir, hewldaneke nermiyê ya Yekgirtû di navbera beşekî ji partiyên kurdî yên rojava û dijberiya sûrî de nemaze partiyên îslamî de kifş kir û got: “Em bi wan re civiyane û me peyamên wan gihandine hev da ku hevdengî di nav wan de hebe.”
Peyvdarê bizava Goran Şaho Seîd dibêje: “Em tenê di aliyê moralî, medya û helwesta siyasî de dikarin piştgiriya wan bikin.”
Ferîd Eseserd ku di heman demê de endamê serkirdayetiya YNKê ye, behsa helwesteke ron a fermî ya partiya xwe nekir, û beşek ji sedemê vê jî bi wê yekê ve girêda ku “kurdên sûrî heya niha wek pêkhateyeke cuda ji pêkhateyên din derneketine”, lê got jî: “mesele ne YNKê ye lê mesele hikûmeta herêmê ye ku divê helwesteke wê ya diyarkirî hebe, wê demê helwest bi helwesta YNK û PDKê re lihevkirî dibe.”
Di baweriya Dr. Yûsiv Goran de, bêtir pêdiviya kurdên rojava bi piştgirtina moralî heye lê ne bi ya darayî: “Herêma Kurdistanê dikare bi pêwendiyên xwe yên zêde xizmeta doza kurdên rojava bike.”
Kurdên rojava çi dibêjin?
Li gor mamosteyê zanîngehê ku ronakbîrekî kurdê rojavayê Kurdistanê ye Dr. Serbest Nebî, hê jî serkirdayetiyeke diyarkirî ya opozisyona kurdî li Sûriyê tune nûnertiya wê bike, lewma: “Pêwist e Herêma Kurdistanê zextan bixe ser partiyên kurdî yên Sûriyê, da ku dev berdin ji mîkanîzma karê klasîk û kar bikin bo Hevgirtina gotara kurdî û serxwebûna biryara kurdên rojava.”
Herwiha çalakvanê kurd û berpirsê rêxistina Keneda-Kurd bo mafê mirovan Hozan Xelîl, girîng dibîne Herêma Kurdistanê li deverên nêzîkî sînor kampên baş di aliyê xizmetguzariyan de ji wan kurdan re veke ku li jêr zexta rêjîma Sûriyê birevin Herêma Kurdistanê.”
“Pêwistiya me bi birayên me yên başûr heye”, Yûsiv ku ciwanekî mişextî ye û çend sal in hatiye Herêma Kurdistanê, wiha hesta xwe nîşan dide û dibêje jî: “Ji bilî herêmê tu cihekî din nîne e, xwe lê bigirin.”
Ednan Husên/Rudaw